Abdullah Ocalan: Em gihîştine qonaxeke çarenivîsaz

Kurdistan 05:53 PM - 2026-08-25
Abdullah Ocalan ANF

Abdullah Ocalan

Abdullah Ocalan radigihîne ku ew gihîştine qonaxeke çarenivîsaz û hin alî jî hewl didin ku pêvajoyê xera bikin, her wiha dubare jî dike ku ewê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û yasaya xwişk-biratiyê zêdetir pêş bixe.

Abdullah Ocalan bi rêya şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê peyamek derbarê "Yasaya Xurtkirina Yekitiya Neteweyî û Hevgirtina Civakî" û nîşe û agahiyên nerast de belav kir û ragihand: Ew komîsyona ku li gorî yasaya xurtkirina yekitiya neteweyî û hevgirtina civakî hatibû avakirin, duh yekem civîna xwe pêk anîn; ev yek nîşan dide ku pêvajo bi pêngavên mezin pêş ve diçe.

Her wiha Ocalan tekez dike û dibêje: Em gihîştine qonaxeke çarenivîsaz, di vê serdema dîrokî de, hinek alî hewl didin ku pêvajoyê xera bikin, ev hewldanên wan komplo ne û li dijî min in, ew nêrîn, dîtin, nav, belge û yadaştên ku di ragihandinê û medyaya dîjîtal de belav dibin û bi min ve tên girêdan, ne rast in.

Di dawiya peyama xwe de Abdullah Ocalan dubare kir û got: Ezê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û yasaya xwişk-biratiyê zêdetir pêş bixim.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket