Nûnerê Qubad Talebanî alîkariya pijîşkî digihîne Nexweşxaneya Hîwa
Kurdistan 12:12 PM - 2026-07-30
PUKMEDIA
Rêveberê nexweşxaneya Hîwa Yad Neqişbendî
Nûnerê Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêmê, hin derman
û pêdiviyên pijîşkî pêşkêşî Nexweşxaneya Hîwa kir û rêveberê nexweşxaneyê jî
ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Rêveberiya Giştî her dem
piştgiriya Nexweşxaneyê dikin.
Îro di 30ê 7a 2026an de, Aram Qizlerî nûnerê Qubad Talebanî serdana
Nexweşxaneya Hîwa kir û tevî ku spasiya rêveber, pijîşk, xwebexş û karmendên
nexweşxaneyê kir, bireke baş derman û pêdiviyên pijîşkî pêşkêşî Nexweşxaneyê kir.
Wî her wiha got: Ez daxwaz ji sermayedar û xwediyên kampaniyên
dermanan dikim ku alîkariya Nexweşxaneya Hîwa û nexweşên penceşêrê bikin.
Dr. Yad Neqşbendî, Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa ragihand:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Rêveberiya Giştî her dem piştgiriya
Nexweşxaneya Hîwa û xwebexşan dikin û zêdetirî 300 xwebexş li ser wê budçeya ku
Rêveberiya Giştî ji bo wan veqetandiye kar dikin.
Wî da xuyakirin ku ew di xizmetê de berdewam in û di
pêşerojeke nêzîk de dê çendîn corên din ên proseya zanistî ji bo nexweşên
penceşêrê pêk bînin, bi taybetî çandina mêjiyê hestî (mox), di demekê de ku
Nexweşxaneya Hîwa tenê nexweşxane ye li ser asta Îraqê ku xizmeta nexweşên
thalassemiya dike.
Dr. Yad Neqşbendî her wiha got: Em spasiya Qubad Talebanî,
Cîgirê Serokwezîrê Herêmê dikin û hewldanên wî yên ji bo piştgiriya
Nexweşxaneya Hîwa û nexweşên penceşêrê bilind dinirxînin.
Wî destnîşan kir ku Nexweşxane milkê gele û em hêvîdar in ku
hemû alî alîkar bin, em soz didin ku li ser rêça xizmetkirina nexweşên
penceşêrê berdewam bin û em ê nehêlin ti nexweşekî penceşêrê li Herêm û Îraqê
bê çareser bimîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
11:39 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
10:49 AM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêmê û Ewropayê dike
03:23 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Penceşêrê tê lidarxistin
02:44 PM - 2026-08-25
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
01:27 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
01:09 PM - 2026-08-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil peyamekê arasteya ji Muslimanan dike
Kurdistan 09:52 AM - 2026-08-25 -
Qubad Talebanî:Divê salroja Mewludê bibe bi hêzkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de
Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
Kurdistan 11:39 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
Kurdistan 01:27 PM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
Cîhan 10:49 AM - 2026-08-25 -
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25



.png)
.jpg)

Aplîkêşin

