Pirsgirêk û daxwazên xelkê Xaneqînê gihandin serokkomar

Kurdistan 09:46 PM - 2026-07-30
Serokkomarê Îraqê PUKMEDIA

Serokkomarê Îraqê

Berpirsê Navenda Rêxistina Xaneqînê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Yarwêş tekez kir ku daxwaz û pirsgirêkên bajarê Xaneqînê gihandine birêz SerokKomarê.

Karwan Yarwêş ji PUKMEDIAyê re ragihand: Me daxwaz û pirsgirêkên bajarê Xaneqînê û navçeyên kurdistanî yên li parêzgeha Diyaleyê pêşkêşî birêz SerokKomar Nîzar Amêdî kirin.
Wî anî ziman: Me di dema hevdîtinê de bi hûrgilî rewşa bajarê Xaneqînê û navçeyên kurdistanî yên li Diyaleyê xiste ber behsê û me tekez kir ku hestiyariya rewşa navçeyê pêdivî bi piştgirî û bersiveke cidî û dilsoz heye.

Wî diyar kir: Her wiha me di hevdîtinê de bi rêya çend dosyayên hûrgilî pirsgirêkên bingehîn ên bajarê Xaneqînê û derdora wê ligel SerokKomarê gotûbêj kirin û me çareseriyên destûrî û qanûnî ji bo wan pêşkêş kirin.
Wî wiha domand: Em spasiya girîngîpêdan û berpirsiyariya birêz Serokkomarê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û girîngîpêdana wî bi bajarê Xaneqînê û navçeyên din ên kurdistanî yên li parêzgeha Diyaleyê dikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket