Li Herêma Kurdistanê dawî moleta navnivîsînê ji bo Hecê aşkere bû

Kurdistan 08:19 PM - 2026-08-01
Wêneyekê Heciyan Ragihandina Rêveberiya Hec û Umre

Wêneyekê Heciyan

Îro li Herêma Kurdistanê dema dawî ya navnivîsînê ji bo pêkanîna prosesa Hecê ya sala 2027an hate ragihandin û Berdevkê Hec û Umrê yê Kurdistanê ji PUKMEDIAyê re ragihand: Roja Çarşemê 5ê Tebaxê 2026an saet 12ê şevê xwe tomarkirin ji bo pêkanîna prosesa Hecê diqede û di vê demê de ti biryar nîne ji bo dirêjkirina dema navnivîsînê.

Berdevkê Hec û Umrê yê Kurdistanê Karwan Stûnî ji PUKMEDIAyê re ragihand: Heya îro zêdetirî 45 hezar daxwazî ji aliyê welatiyan ve ji bo pêkanîna Hecê hatine tomarkirin, proses jî li gişt bajar û rêveberiyên serbixwe bi awayekî asayî berdewame.

Karwan Stûnî tekez li ser dema dawî ya prosesê kir û got: Roja Çarşemê 5ê 8ê 2026an saet 12ê şevê, moleta dawiyêye ji bo xwe tomarkirinê û daxwazê ji welatiyan dikin ku heya dema diyarkirî navên xwe tomar bikin, ji ber ku ti biryar nîne xwe tomarkirin bê dirêjkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket