3`Tebaxê roja kareseta Êzidiyane
Kurdistan 10:14 AM - 2026-08-03
PUKMEDIA
3 tebaxê roja kareseta Êzisiyan
Di 3`ê Tebaxa 2014an de, terorîstên DAÎŞê êrîşî qezaya
Şingalê kirin û piştî pevçûnên di navbera terorîst û beşekî ji pêşmergeyên wê
qezayê de, qeza ji aliyê DAÎŞê ve hate dagirkirin û îro jî 11 sal di ser wê
êrîşê re derbas dibin.
Beşek ji welatiyên wê deverê ku piraniya wan Êzidî ne, ji
tirsa hovîtiyên terorîstan berê xwe dane çiyayê Şingalê, hindek jî ketine
destên terorîstên DAIŞê û bi awayekî hovane mêr şehîdkirin û jin û keçên wan pê
bazirganî kirin û birin navçeyên di bin kontrola wan de li Sûriye û Îraqê,
beşeke din ji keç û jinan wek diyarî ji serkirde û fermandarên DAIŞê re hatin
dayîn.
DAIŞê komkujî pêk anîBi dagîrkirina navçeya Şingalê û derdora wê re DAIŞê dest bi komkujiyan kir û çend welatiyên sivîl yên wê deverê şehîd kirin.
Bi firokeyan xwarin û alîkarî ji penaberên li Çiyayê Şengalê re hatin şandin
Ji ber hebûna hejmareke zêde ya welatiyan li çiyayên Şingalê û rewşa nebaş ya jiyana wan, destpêkê av û betanî ji firokexaneya Bexdayê û xwarin û ji Herêma Kurdistanê xwarin û kelûpel wergirtin.
DAIŞê Êzdî serjê dikirinDAIŞê serê 80 zilamên Êzîdî li gundekî Êzîdiyan kirin,û bi kamyonan êrîşî gundekî kirin û ji wan xwestin ku ew bibin Misilman, lê wan pesend nekir û piştre DAIŞê di nav demjimêrekê de 80 zilamên Êzîdî ji gund kom kirin û serê wan jê kirin û hemû jinên wan ber bi gundê Tileferê ve revandin.
Ji her alî ve hêz ketin Şingalê
Dagirkirina Şingalê hêzên çekdar yên her çar parçeyên Kurdistanê bersiv da û ji bo vê jî gerîlayên PKK’ê weke hêzeke Kurdistanî ji bo alîkariya Êzdiyan xwe gihandin navçeyê.
YNKê mefrezeyek ava kirLi hember koçberbûna welatiyên Êzîdî ber bi çiyayê Şingalê ve, ew hêzên biçûk yên Pêşmerge ku li nêzîkî wê mane hemû hêzên YNKê bûn û erkê wan ew bû ku welatiyên li çiya ji terorîstan biparêzin daku komkujî çênebe, heta ku ji destê terorîstan bên rizgarkirin, zêdetirî 100 pêşmergeyên YNKê di berevaniyê de şehîd bûne û xwe ji bo parastina Êzdiyan kirine qurbanî.
Êzidî xwediyên ola herî kevn a Êraqê neÊzidiyên ku demeke dirêj li Şingalê ne, xwediyên ola herî kevn Ya Îraqê ne hejmara wan di navbera 600 û 650 hezar kesî de ne di dîrokê de bi 73 qirkirinên komî re rû bi rû mane, ya herî dawî di destê DAIŞ’ê de ye.
Jenosîda ÊzdiyanPiştî dagirkirina ŞIngalê, di 15-8-2014’an demjimêr 23:00’an de terorêstên DAIŞ’ê tawanên herî hovane li dijî şêniyên Êzidî yên gundê Koço pêk anîn, bi biryarê tawanbarê DAÎŞê Waliyê Mûsilê Ebû Lays ku navê wî yê rast Ridwan Talib Hemdûn e nêzîkî 500 ciwan û jin li cihên cuda hatin kuştin û di 16 gorên komî de hatin bin axkirin, her weha bi sedan jin û keçên wan jî li bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin, û rastî destavêtinê hatin û bi awayekî ne mirovane ew hatin firotin.
Lêpirsîn bê encam bû
Piştî derbazbûna demek e dirêj li ser jenosîda Şingalê, encamên komîta lêkolînê ya ji bo ji dest dana Şingalê hate avakirin, navên 30 fermandarên leşkerî yên Pêşmerge ku bi jidestdana Şingalê tên tawanbarkirin li cem rayedarên herêmê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
11:39 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
10:49 AM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêmê û Ewropayê dike
03:23 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Penceşêrê tê lidarxistin
02:44 PM - 2026-08-25
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
01:27 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
01:09 PM - 2026-08-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil peyamekê arasteya ji Muslimanan dike
Kurdistan 09:52 AM - 2026-08-25 -
Qubad Talebanî:Divê salroja Mewludê bibe bi hêzkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de
Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
Kurdistan 11:39 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
Kurdistan 01:27 PM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
Cîhan 10:49 AM - 2026-08-25 -
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25



.png)
.jpg)

Aplîkêşin

