Şayîsteyên malbatên şehîdan û zîndaniyên siyasî di bûdceyê de tê bicihkirin
Kurdistan 02:59 PM - 2026-08-06
PUKMEDIA
Kesûkarên Şehîdan
Bi mebesta hevtakirina mûçe, maf û şayîsteyên darayî yên
malbatên şehîdan û zîndaniyên siyasî yên Kurdistanê di bûdceya Êraqê de tên bicih
kirin.
Ji bo ku mûçeyên malbatên şehîdan û girtiyên siyasî yên
Herêma Kurdistanê bi Êraqê re werin hevtakirin û di qanûna bûdceya sala bê de
werin bicih kirin, biryare şandeke Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalbûyiyan a
Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û bi serokatî, wezaret û aliyên
peywendîdar re bicive.
Rêveberê Giştî yê Xizmetguzariyan li Wezareta Karûbarên
Şehîdan û Enfalbûyiyan Ehmed Mam Resûl, di vê derbarê de ji rojnameya Kurdistana
Nwê re ragihand: "Di çarçoveya amadekariyên Herêma Kurdistanê de ji bo
çespandina maf û şayîsteyên darayî yên çîn û texên xelkê Kurdistanê di qanûna
bûdceya 2027an a hikûmeta federal de, şandeke Wezareta Karûbarên Şehîdan û
Enfalbûyiyan serdana Bexdayê dike.
Ehmed Mam Resûl her wiha got ku; di dema serdanê de, şande dê bi
Serokomar, Serokwezîr û wezaretên taybetmend ên hikûmeta federal re bicive û
danûstandin dê li ser hemû ew maf û şayîsteyên darayî yên ku li Êraqê hene û
pêwîst e bidin malbatên şehîdan û girtiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê jî,
bên kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
11:39 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
10:49 AM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêmê û Ewropayê dike
03:23 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Penceşêrê tê lidarxistin
02:44 PM - 2026-08-25
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
01:27 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
01:09 PM - 2026-08-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil peyamekê arasteya ji Muslimanan dike
Kurdistan 09:52 AM - 2026-08-25 -
Qubad Talebanî:Divê salroja Mewludê bibe bi hêzkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de
Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
Kurdistan 11:39 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
Kurdistan 01:27 PM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
Cîhan 10:49 AM - 2026-08-25 -
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25



.png)
.jpg)

Aplîkêşin

