Kosret Resûl pîrozbahiyê li Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê dike

Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-08
Kosret Resûl Elî Arşîv

Kosret Resûl Elî

YNK

Kosret Resûl Elî bi boneya 50 saliya damezirandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û hemû endam û alîgirên hizbê dike.

Naveroka peyamê:

Birayê hêja Kak Mihemedê Hacî Mehmûd - Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê

Salvegera (50) saliya damezrandina partiya we ya têkoşer, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê li cenabê te û hemû endam û alîgirên we pîroz dikim, hêviya berdewamî û serketinê ji we re dixwazim.

Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê xwediyê dîrokeke geş û tijî serwerî ye, mil bi milê hizbên din ên Kurdistanê di têkoşîna çiya û bajar de di oxira miletê me de têkoşiyaye û qurbanî daye, nîv sedsale berdewame û ez hêvî dikim ku di oxira yekrêziya navxweyî ya mala kurdî û xizmetkirina miletê me de, hemû hêz û aliyên siyasî bi hev re ji bo berjewendiya gelê me bixebitin.

Careke din salvegera damezrandina partiya we pîroz be.

Birayê we
Kosret Resûl Elî

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket