Sûriyê û Rûsya li ser rêkxistina hebûna Rûsya li Hemîm û Tartusê li hev kirin
Cîhan 05:22 PM - 2026-08-09
AFP
Dewriyek Rûsya li Sûriyê
Hikûmeta Sûriyê îro roja Yekşemê ragihand ku piştî
nêzîkî 18 mehan ji danûstandin û hevdîtinên di navbera her du aliyan de, wan bi
Rûsya re peymanek lihevkirinê îmze kiriye daku hebûna Rûsya li peravên Sûriyê
ji nû ve rêk bixe.
Beşa Medya û Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve û Koçberên Sûriyê diyar kir ku
ev yadeşt taybetmendiyên qonaxa bê ya têkiliyên Sûrî-Rûsyê destnîşan dike û
rêziknameyên nû yên derbarê tesîsên Rûsî yên li Hemîm û Tartûsê de li xwe
digire.
Li gorî yadeştnameyê, dewleta Sûriyê dê tesîsên sivîl, di serî de Baregeha Esmanî
ya Hemîm û çaremîn bendera bazirganî li bendera Tartûsê, bi entegrekirina wan
gav bi gav di sîstema rêveberiya sivîl de birêve bibe.
Di derbarê tesîsên têkildarî leşkerî de, her du alî li hev kirin ku erkên wan
ji nû ve pênase bikin û wan ji baregehên leşkerî veguherînin navendên perwerde
û jêhatîbûnê yên hevbeş, di çarçoveya rêkeftinên nû de ku berjewendiyên hevbeş
li ber çavan digirin.
Yadeştnameya têgihîştinê ji bo temamkirina pêvajoya ji nû ve rêxistinkirinê
demek sê mehan destnîşan dike, piştî ku rêziknameyên nû dê bikevin meriyetê.
Peyman di çarçoveya ji nû ve sazkirina cewherê hebûna Rûsyê li Sûriyê de tê, ku
qonaxek nû di têkiliyên di navbera her du welatan de nîşan dide, bi hevkariya
berdewam a li ser bingeha berjewendiyên hevbeş.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

