Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye

Kurdistan 01:18 PM - 2026-08-23
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Bi amadebûna Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyeyê merasîma damezrandina yekemîn banka cînî li Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.

Qubad Talebanî ragihand: Banka cînê yek ji projeyên herî girîng ên niştimanî yên Kurdistanê û Îraqê ye. Ji bilî ku ew hemû cureyên riwekan ên Kurdistanê û navçeyê ji metirsiya nemabûnê diparêze, ew di heman demê de kar li ser pêşxistina nifşê nû yê berhemên çandiniyê dike û bi sedan derfetên kar jî ji bo pisporên vî warî peyda dike.

Wî her wiha da xuyakirin: Ez kêfxweş bûm ku me îro li Silêmaniyê ev projeya girîng a niştimanî vekir. Spas ji bo alîkariyên Yekîtiya Ewrûpayê, Rêxistina FAO û aliyên peywendîdar ên di nava her du hikûmetên Herêmê û Hikûmeta Federal de.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket