Karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê dest bi vegerê kirin
Kurdistan 10:10 AM - 2026-08-10
PUKMEDIA
Koçberên Serê Kaniyê
Îro Duşem 10/8/2026'an, bi sedan malbatên Serê Kaniyê yên li
bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê diman, di çarçoveya karwana yekem a
vegeriyan de piştî heft salan ji koçberiyê dest bi vegera li bajarê xwe kirin.
Koçberên Serê Kaniyê ji roja Yekşemê ve, dest bi
amadekariyên xwe yên dawî ji bo vegerê kiribûn, li wir dest bi rakirina konên
xwe û amadekirina mal, alav û pêdiviyên xwe kirin, bi mebesta amadekariya ji bo
derketina ji kampan û berê xwe dan warên xwe.
Welatiyên Serê Kaniyê piştî êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyên
girêdayî wê ya di 9ê Cotmeha 2019an de ku bû sedema koçberbûna bi hezaran
niştecihên bajar û gundewarên wê, ji bajarê xwe hatibûn derxistin.
Di vî warî de, rêvebera Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Zehra
Semû, di daxuyaniyekê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re diyar aşkire kiribû ku: Piştî
salên dirêj ji êş û azarê, me dest bi amadekariyan destpêkirina karwanê yekem ê
koçberan kir, bi rêya tomarkirina navên wan û radestkirina plêtên diravî ji wan
re wekî piştgirî ji bo dabînkirina pêdiviyên wan di dema vegera wan a bo malên
wan ên wêranbûyî de, ligel hevahengiyê bi Komîseriyê re ji bo anîna wesayîtan
ji bo koçberan, da ku dest bi barkirina alav û malên xwe bikin.
Zehra Semû zêde kir: Rewşa bajar û gundan dijware ji ber
wêraniyê, û qerebûyên darayî piştgiriyek in ji bo koçberan da ku bikaribn
pêdiviyên xwe di dema pêvajoya vegerê de dabîn bikin û malên xwe ji nû ve ava
bikin.
Amaje bi wê jî kir ku karwana yekem wê îro dest pê bike, û
dê li pêşiya kampa Waşûkanî ya li bajarokê Tewîne yê bakurê Hesekê kom bûn
çêbibe.
Û da zanîn ku pêvajoya qeydkirina kesên dixwazin vegerin dê
ne tenê li ser koçberên ku dê di karwanê yekem de cih bigirin sînordar be,
belkî ew ê di heyama pêş de jî bidome da ku malbatên din ên ku dixwazin vegerin
Serê Kaniyê jî bigire nav xwe. komîteyê duh, bi hevrêziya bi saziyan re li
hejmarek bajaran, di nav de Dêrik, Dirbêsiyê, Til Temir û Amûdê, dest bi
qeydkirina navên malbatên ku berê nekarbûn qeyd bikin û dixwazin vegerin Serê
Kaniyê, kir.
Û ev gav di çarçoveya hewldanên ji bo cîbicîkirina xalên
peymana 29ê Kanûnê ya ku di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk
de hatiye girêdan de tê, ya ku xalên têkildarî garantîkirina vegera koçber bo
deverên wan ên resen û vegerandina aramiyê li herêmên ku di nava peymanê de ne,
dihewand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
11:39 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
10:49 AM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêmê û Ewropayê dike
03:23 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Penceşêrê tê lidarxistin
02:44 PM - 2026-08-25
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
01:27 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
01:09 PM - 2026-08-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil peyamekê arasteya ji Muslimanan dike
Kurdistan 09:52 AM - 2026-08-25 -
Qubad Talebanî:Divê salroja Mewludê bibe bi hêzkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de
Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
Kurdistan 11:39 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
Kurdistan 01:27 PM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
Cîhan 10:49 AM - 2026-08-25 -
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25



.png)
.jpg)

Aplîkêşin

