YNK û Koreya Başûr tekezî li ser xurtkirina peywendiyan dikin

Kurdistan 06:26 PM - 2026-08-10
Dara Xeylanî û Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Taybet

Dara Xeylanî û Konsulê Giştî yê Koreya Başûr

YNK

Îro, Duşemê 10ê Tebaxa 2026an, Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyên Derve Dara Xeylanî, serdana Konsulê Giştî yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Eun-Gyo Shim, kir.

Di hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistanê, Îraq û navçeyê, her wiha rêyên xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Koreya Başûr de hatin gotûbêj kirin.

Her di wê hevdîtinê de girîngiya derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê û rola kompanî û veberhênerên koreya Başûr di beşdariya zêdetir di proje û warên aborî yên herêmê de, bi taybetî hatin behskirin û gotûbêj li ser hatin kirin.

Di dawiya hevdîtinê de jî, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berdewambûna hemahengî, gotûbêj û avakirina derfetên nû ji bo xurtkirin û bi hêzkirina peywendiyên du alî û geşepêdana alîkariyan di warên cuda cuda de kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket