Dr. Yûsif Goran: Piştevanê navendanin ku li gorî pisporiyan lêkolînan bikin

Kurdistan 04:35 PM - 2026-08-17
Wêneyekê Civînê Taybet

Wêneyekê Civînê

YNK

Melbenda Lêkolînan a (Y.N.K) pêşwazî li şandeke bilind a navaenda akademîk ACNS kir; ku navendeke lêkolînê ya nîştimanî ye ku di bihara îsal de hatiye damezrandin û xwe wekî saziyeke zanistî ya nîştimanî ragihandiye.

Îro 17/8/2026`an, Berpirsê Melbenda Lêkolînan ya (Y.N.K) Dr. Yûsif Goran, bi amadebûna Serokê Senterê Lêkolînên Paşerojê Dr. Omid Refîq, li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeke bilind a Navenda Akademîk a Lêkolînên Nîştimanî (ACNS) kir ku ji serok, cîgirê serok û hejmarek ji endamên desteya giştî û desteya rêveber a navendê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de, Berpirsê Melbenda Lêkolînan pîrozbahiya germ li damezrandina navenda akademîk (ACNS) kir û piştgiriya xwe, ya Melbenda Lêkolînan ya (Y.N.K) ji bo wê ragihand. Wî tekez kir ku ew piştgiriya her navendeke zanistî dikin ku li gorî pisporiyên cuda bixebite û valahiya di lêkolînên zanistî de tije bike.

Di wê çarçoveyê de, berpirsê melbendê wekî mînak amaje bi komek war û dosyayan kir ku lêkolîna zanistî li ser wan ne wekî pêwîst e, û amadebûna melbendê jî nîşan da ku di çarçoveya pêşkêşkirina projeyên lêkolînê yên pêwîst ji bo civak û rastiya Kurdistanê de, dê hevkar û piştevanê wê navendê bin.

Li hemberî vê yekê, şanda Navenda Akademîk a Lêkolînên Nîştimanî taybetmendî, armanc û erkên karên navenda xwe diyar kirin û amadebûna xwe ji bo hemahengiya zanistî bi Melbenda DLêkolînan a (Y.N.K) re nîşan dan, her wiha spasiya pêşwaziya germ û balkêş û têbîniyên bi sûd yên Melbenda Lêkolînan kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket