Qubad Talebanî: Şanaziyê bi stafa nexweşxaneya Hîwa dikim
Kurdistan 04:22 PM - 2026-08-18
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Dr. Haje Ebdulah
Cîgirê Serokwezîrê
Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, bi boneya bidestxistina bilindtirîn pileya
zanistî di warê nexweşiyên penceşêrê de wekî yekem jin li ser asta Îraqê, pesnê
rola mirovdostane û zanistî ya mezin a Dr. Haje Ebdulah da, û ew wekî mînakek
serbilind ji bo jinan û hemû lêkolerên zanistê bi nav kir.
Di dema pêşwazîkirina
Dr. Haje Ebdulah de, bi amadebûna rêveberê Nexweşxaneya Hîwa ya çareserkirina
nexweşên penceşêrê li Silêmaniyê, Qubad Talebanî bîranîna xebatên pêşeng ên Dr.
Haje anî ziman û got: Di sala 2002an de pêşeng bû di vekirina yekem beşa
penceşêrê de di tenduristiya Silêmaniyê de ku paşê bû binesaziyeke xurt ji bo
avakirina Nexweşxaneya Hîwa, ji wê demê ve heta niha bi hemî dilsozî û coşê ve
xizmeta nexweşên penceşêrê dike, ligel heval û hevpîşeyên xwe hêviya jiyanê ji
bo bi hezaran kesan vegerandiye. Lewra hemû kes ji wan hez dikin û serbilindiyê
pê re dikin û navê Dr. Haje ji bo nexweşên penceşêrê û malbatên wan wateya
pêbawerî, hêvî û berdewamiya jiyanê dide.
Her weha Cîgirê Serokwezîr
tekez kir ku, niha Dr. Haje wekî yekem jine li ser asta Îraqê bilindtirîn
pileya zanistî di warê penceşêrê de bi dest xistiye, hemû kurd û bi taybetî jî
jin pê serbilind in.
Qubad Talebanî got jî:
Di gel erka giran a rojane di çareserkirina nexweşan de li Nexweşxaneya Hîwa,
hewldana bêwestan di bilindkirina asta zanistî de û encamdana lêkolîneke bi
nirx, mînakek bilind û mezin e ji bo jinan û hemû xwendekarên zanistê.
Qubad Talebanî kêfxweşiya
xwe bi hevdîtina bi Dr. Haje re anî ziman û got: Ez bi rûmet bûm bi dîtina wê
şad bûm û em pê serbilind in. Em pê bawer in ku heta were dê mînakên din jî
zêde bibin. Ez pîrozbahiyê li wê û hemû hevpîşeyên wê yên dilsoz û staf û
rêveberê Nexweşxaneya Hîwa dikim û em bi hemûyan serbilind in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

