100 sal di ser damezrandina Qamişlo re derbas dibin
Kurdistan 03:07 PM - 2026-08-20
Ajans
Bajarê Qamişlo
Li gorî çavkaniyên dîrokî, roja 20ê Tebaxa 1926an wekî yek
ji rojên girîng di dîroka damezrandin û nexşekêşiya bajarê Qamişloyê de tê
naskirin, ku di dema desthilata Fransiyan de li ser Sûriyê bû.
Dîroknasê diyar ê Rojavayê Kurdistanê û nivîskarê pirtûka (Dîroka
Qamişloyê), Konê Reş ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihand ku: Piştî
bidawîhatina Cenga Yekem a Cîhanê, di çarçoveya peymana Sykes-Picot û
dabeşkirina Kurdistanê ya Mezin de, rêkxistineke nû ya welatên nû yên navçeyê
hate cîbicîkirin.
Konê Reş got: Yekem car di 20ê Tebaxa 1926an de Fransiyan
bingeh û baregeha xwe li Qamişloyê vekirin, ji ber ku Qamişlo berê taxek bû ji
bajarê Nisêbînê yê li Bakurê Kurdistanê. Ji ber vê yekê ev roj bû roja
damezrandina bajarê Qamişloyê û fransiyan bi awayekî endezyarî nû nexşe jê re çêkirin.
Konê Reş dibêje: Ji ber aramî û cîgîrbûna hêzên Fransayê li
bajar, beşekî mezin ji penaberên kurd ji êlên Hesenan, Heyderan û ew Ermeniyên
ku ji komkujiya 1915an rizgar bûbûn, li wir bi cî bûn û rola xwe lîstin di
avakirinê de bi hevparî ligel Cihûyên Nisêbînê. Ji wir ve bazirganî, dikan û
xanî li wî bajarî hatin çêkirin û bajar hate geşkirin.
Konê Reş di berdewamiya axaftina xwe aşkere jî kir ku: Berî
ku Qamişlo bê damezrandin, tenê (Aşê Qayimeqamê Nisêbînê) ku xwediyê wê Qedûr
Beg bû li ser Çemê (Çeq Çeq) hebû, lê piştî peymana Fransa û Tirkiyê û
kişandana sinorên destkird, Nisêbîn û Qamişlo ji bo heta hetayî ji hev
veqetiyan. Piraniya çavkaniyên min belgeyên bawerpêkirî yên fransî û çavkaniyên
xwemalî yên navçeya me ne.
Konê Reş, her wiha ragihand: Rêka hesin ya Trênê ya di
navbera Berlîn-Bexdayê di sala 1917an de gihandin gundê Til Zîwan, li Rojavayê
Kurdistanê, û vê yekê bandoreke mezin li ser geşedana bajêr kir, ji ber ku
bazirganan bi berdewamî kelûpel ji parêzgeha Helebê dianîn bajarê Qamişlo.
Bi gotina Konê Reş, piştî
aşê Qedûr Beg, yekem kurd ku li Qamişloyê xanî çêkir, Dr. Ehmed Nefis Beg Zaza
û Arif Beg Ebas, birayên Nûredin Zaza bûn, ku bi alîkariya xiristiyanan xanî li
wir çêkirin.
Di dawiya axaftina xwe de Konê Reş got: Dema ku di sala
1965an de ez hatim Qamişloyê, bajar bi taxên xwe ve, wekî (Qedûr Beg, Ermenî,
Cihû, Suryanî, Beşîrî û Aşûrî) dihat naskirin. Her taxekî pêkhateyeke cuda di
nava xwe de digirt. Niha ji zêdetirî 20 taxan pêk tê û zêdetirî mîlyonek kes li
wî bajarî dijîn, lê bi dîtina min Qamişlo resenî û rengên xwe yên berê ji dest
dane, Qamişlo pîr bûye, demografiya wê guheriye û xelkê wê yê resen koç kiriye.
Vê Qamişloyê ku wekî Parîsa Rojhilat û Kalîforniya yê dihat naskirin, niha mîna
berê nemaye.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Ji destpêka şerê Îranê 68 bûyer li avên Kendavê hatine tomarkirin
06:09 PM - 2026-08-25 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê re civiya
02:14 PM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
11:39 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
10:49 AM - 2026-08-25
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên Herêmê û Ewropayê dike
03:23 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Penceşêrê tê lidarxistin
02:44 PM - 2026-08-25
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
01:27 PM - 2026-08-25
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
01:09 PM - 2026-08-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil peyamekê arasteya ji Muslimanan dike
Kurdistan 09:52 AM - 2026-08-25 -
Qubad Talebanî:Divê salroja Mewludê bibe bi hêzkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de
Kurdistan 11:28 AM - 2026-08-25 -
Rifet Ebdulah:Bila rojbûna serbilindiya gerdûnê hander û bingehek be ji bo jiyana hevbeş
Kurdistan 11:39 AM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed digel Ehmed Şereh civiyan
Kurdistan 01:27 PM - 2026-08-25 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Komîteya yekem ya Turkiye ya Bê Tundûtîjî civiya
Cîhan 09:40 AM - 2026-08-25 -
Li Haîtî çekdaran êrişî kampek penaberan kirin û bi dehan kes kuştin
Cîhan 10:49 AM - 2026-08-25 -
Li Silêmaniyê 18 kursî ji bo xwendina rojnamevaniyê tên veqetandin
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-25



.png)
.jpg)

Aplîkêşin

