Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo bûdceya 2027an gihîşt Bexdayê

Kurdistan 05:44 PM - 2026-09-08
Logoya Hikûmeta Herêmê û ya Federal PUKMEDIA

Logoya Hikûmeta Herêmê û ya Federal

Îro 8ê Îlona 2026an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt bajarê Bexdayê, ji bo encamdana rêze-civînan bi wezaretên peywendîdar ên hikûmeta federal re.

Li gorî daxuyaniyekê ya Fermangeha Medya û Zanyariyê, biryar e şand pêşiyê bi Wezareta Darayî ya Federal re û paşê jî bi wezaretên Plandanîn û Petrolê re bicive.

Armanca sereke ya serdanê, beşdariya rasterast a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye di amadekirina reşnivîsa bûdceya giştî ya federal ji bo sala darayî ya 2027an de û cîgirkirina pişka şayistên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê di projeyasayê de.

Di civînan de, şanda Hikûmeta Herêmê nêrîn û daxwazên Herêma Kurdistanê derbarê terxankiriyên mûçe û şayistên darayî yên mûçexwaran û pile û milakên wezîfî, terxankiriyên projeyên veberhênanê û geşepêdana parêzgehan, terxankiriyên bûdceya bikarber û her wiha dosya petrolê de gotûbêjan dikin.

Di dawiyê de, Fermangeha Medya û Zanyariyê armanca serdana şandê zelal kiriye, ku ji bo gihîştina bi têgihiştin û rêkeftineke hevbeş bi hikûmeta federal re û cîgirkirina maf û şayistên Herêma Kurdistanê di bûdceya federal a sala 2027an de ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket