Qubad Talebanî: YNK bi serokatiya Bafil Talebanî di astê Îraqê û navneteweyî de xwedî pêgeheke bihêze

Kurdistan 07:12 PM - 2026-09-10
Civîn Nivîsgeha rojnamevanî Qubad

Civîn


Qubad Talebanî, Berpirsê Buroya Sekreteriyeya Serok Mam Celal bi endamên Melbenda 3 ya Rêxistina Hewlêrê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re civiya.

Di civîna ku îro pêncşemê 10/9/2026 bi amadebûna Rêbaz Bêrkotî, Berpirsê Melbenda Hewlêrê ya YNKê ve bi rê ve çû de, Qubad Talebanî behsa girîngiya ji nû ve rêxistinkirina rêxistinên YNKê kir bi curêk ku li gel vê qonaxa nû ya siyaseta YNKê biguncê. Wî tekez kir ku li gorî pêwîstiya qonaxê ew ê di guhertinên di nav rêxistina YNKê de berdewam bin û got jî ku divê em bi awayekî xwe ji nû ve rêxistin bikin ku hemû çîn û tiwêjên YNKê wekî parêzvanê mafên xwe bibînin.

Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û derengketina avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de, Qubad Talebanî diyar kir: YNKê di dema borî de gelek hewl da ji bo avakirina hikûmetê û ji niha û pê ve jî em ê di hewlên xwe de berdewam bin, lê di heman demê de em pêbend in bi wê sozê ku me daye dengder û xelkê Kurdistanê û divê hikûmetek li ser bingehê hevparîya rasteqîn be ku bêyî cudakirin xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bike.

Di tewereke din a civînê de behsa pêgeha YNKê ya li ser asta Îraqê û navçeyê hat kirin û di vî warî de, Berpirsê Buroya Sekreteriyeya Serok Mam Celal ronî kir: YNK bi serokatiya Bafil Celal Talebanî li ser her du astên Îraqê û civaka navneteweyî xwediyê pêgeheke xurt e û roleke bandor dar e di danîna siyasetê de û ji bo hemû pirsên girîng li gorî nêrîn û siyaseta YNKê tê hesabkirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket