Qubad Talebanî: Dixwazin bibin sedemeke alîkar ji bo aştiyê

Kurdistan 04:10 PM - 2026-09-10
Wêneyê Civînê Nûsîngeha Ragihandina Qubad Talebanî

Wêneyê Civînê

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, pêşwazî li Şêwirmendê Bilind ê Parastinê yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Cîgirê Admiral Edward Ahlgren, kir û bi hev re rewşa ewlehiyê ya Îraqê û herêmê gotûbêj kirin.

Di civîna ku îro Pêncşemê (10/9/2026) bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şorêş Îsmaîl re birêve çû, behsa pêşhatên herî dawî yên ewlehiyê yên herêmê hat kirin.

Qubad Talebanî ragihand: Ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve heta niha, Herêma Kurdistanê helwesteke zelal û neguhêr hebûye û me berdewam hewl daye ku wekî Îraq û Herêma Kurdistanê neku tenê beşek nebin ji şer û aloziyan, belkû em bibin sedemeke alîkar ji bo aramkirina şer û rageşiyan û çespandina aştiyê li herêmê.

Cîgirê Serokwezîr her wiha da zanîn: Rewşa herêmî pêwîstiya xwe bi şerê zêdetir nîne û di berjewendiya hemû herêmê de ye ku nakokî bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareserkirin.

Di tewerekî din ê civînê de behsa pêwîstiya zêdekirina asta hevahengî û alîkariyên di navbera hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Îraqê û Hevpeymanan de hat kirin ji bo parastina asayîş û aramiya herêmî û rûbirûbûna terorê û jinavbirina şaneyên razayî yên komên terorîstî.

Her wiha spasiya rola hêzên Brîtanyayê kir li navçeyê ku roleke girîng lîstine di avakirina hevahengî û alîkariyê de ji bo hêzên ewlehiyê yên Kurdistan û Îraqê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket