Serokê YNKê spasiya piştevaniyên Balyozê Rûsyayê dike

Kurdistan 05:34 PM - 2026-09-10
Wêneyê Civînê Nûsîngeha Ragihandina Serok Bafil

Wêneyê Civînê

Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li Debaşan pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kotrashev, kir.

Bi boneya bidawîhatina erka xwe li Îraqê Elbrus Kotrashev malavayî li Serok Bafil kir.

Serokê YNKê spasiya piştgirî û piştevaniya berdewam ên Elbrus Kotrashev kir wekî dostekî nêzîk ê gelê Kurd û YNKê û got, ji bo her demê em rol û xizmetên we ji bîr nakin ku hûn faktoreke bihêz bûn ji bo xurtkirina peywendiyên di navbera gelê Kurd û Rûsyayê de.

Di civînê de tekezî li ser berdewamiya hevahengî û hevkariya zêdetir a di navbera her du aliyan de di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de hat kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket