Peyamek ji bo Fazil Metnî
Nêrîn 09:23 PM - 2025-11-13
Te bê aqiliya yekem kir û ne tenê şekir şikand, lê te şekirê Kerajê jî şikand !!
Eger hûn dixwazin rûpelên xiyanetê werin vekirin,pirsgirêk nîne werin em
wan vekin, lê pêwîste em pêşî bizanin ku xiyanet, caşeyetî û xwefiroşî di ferhenga
we de tê çi wateyê û li cem me ya di Kurdayetiyê de tê çi wateyê?
Te behsa şikestinan kir, lê li
gorî min başe ku ez vegerim salên 1940 an serdema Komara Mehabad, ma bavê
min bû ku pişta xwe da Pêşewa û di çirkeyekê de ji Rûbara Aras derbas bû û bi ew
cih hêla??Erê ew Bavê te ne bû ku bavê min ji Rûsya dubare vegerand Îraqê û piştre xiyanet lê kir, an bavê min bû?
Gelo bavê min bû ku di destpêka salên 1960an de firokeyên (Bagher û Sukhoi) û
tankên hikûmeta Îraqê şandin ser gund û jin û zarokên we li Kanî Huseynî? Ma bavê min bû ku agir berda xaniyên ji heriyê çêkirî û pirtûk
û bîranînên zarokatiya xwe şewitand? Erê bavê min bû yan bavê te ku bi serbilindî digot ez qeytanên pêlavên
Ebdulkerîm im?
Erê ew bavê min bû yan bavê te ku Peymana Adarê li pişt perdê îmze kir
û Kerkûkê ji danûstandinan derxist? Bêyî guhdana girîngî û hewldanên
kesên ku Kerkûk wekî xala herî girîng ya peymanê danabûn?
Erê hûn bûn yan bavê min bû ku Aş Betalî kir û destê padîşahê Îranê maç kir? Ma bavê min bû ku termê Silêmanî Muînî û hevalên wî radestî Îranê kir ?
Erê ew bavê min nebû ku ji Mela Mistefa daxwaz kir ku ziyanê nede Kak
Elî Eskerî, Dr. Xalid û Şêx Huseyîn daku nakokî kûrtir nebin? Ma bavê min bû Tawana
Hekarî kir?
Erê ew bavê min bû yan yê we bû ku we Tankên Sedam anîn nava Hewlêr ya
paytext û ew parlemana ku bi xwîna gelê me hatibû bi destxsitin we dagir kir?
Erê ew bavê min bû yan yê we bû ku zêdetirî 90 efserên endamên (INC) û
opozisyona Îraqê ku li Hewlêr ya me penaber bûn radestî Sedam kirin û wî ew bi darvekirin?
Erê ew em bûn yan hûn bûn ku sibehê Şengal we radestî DAIŞê kir û
we rê da ku keçên me yên delal li bazarên Reqayê bên kirîn û firotin?
Gelo bavê min petrola herêma talan kir firoşt ?Gelo bavê min bû yan yê we
bû ku bi Referandûmek e bê ser bû ber ji sedî 51ê axa Kurdistanê, tevî
Kerkukê jî, ji dest da?
Erê hûn nebû ku we bajarê delal yê Qela û minare kir şanoyek ji bo semakeran
, ji bo modêl û keçên asta nizm li vir û wir?çê dibe ku têkelbûna we digel
derdor û cîranan bandor li ser zimanê we jî kiribe!! Ji ber ku
Bafil behsa serdemekê kir ku her kes şahidiya wê dike û têde dijî, lê tu behsa
kolandina gora miriyan dikî!!..
Eger pêwîst be belge jî hene ez dikarim nameyên Pêşawa Qazî
Mihemed, Mela Mistefa û Îdrîs Barzanî bixwînim û tomarên dengî yên di navbera
bavê min û Birêz Mesûd bi xwe de di dema şerê navxweyî de û belgeyên Ehmed
Çelebî ji bo we belav bikim?
Eger em bê deng in nayê wateya ku zimanê me hatiye jêkirin û tiliyên me
jêbûne, em hest bi berpirsyartî dikin li hemberî jiyana
welatiyên xwe û parastina aştî, yekîtî, aramî û li herêma me.
Gelek babet hene ku li vir cihê wê nabe û ez dixwazim vegerim ser Beyannameya
ku we di 11 Adarê belav kiriye,eger hûrguliyên di nav Beyannameyê jî we ji bîr kiribin jî, min qet pankartên ku min bi
destê xwe nivîsandine ji bîr ne kiriye li ser dîwarên Bexdayê ji bo me
helwasin eger ji bîr kiribe, bila ez bînim bîra we ka li ser çi hatibû
nivîsandin.
Mixabin, hûn her wisa bûne, ji ber vê yekê, hûn ne ji mirî û
ne jî ji zindiyan re eleqeyê dikin.
Hûn wisa dizanin ku ji bo bi destxistina kursiyekê hûn dikarin destên
xwe yên rûnkirî bi serên bilind paqij bikin.
10-11-2025
zêtir bibînin
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



Aplîkêşin

