Gulek ji baxa Xebatê kêm bû
Nêrîn 06:52 PM - 2026-03-12
Şînnameyek ji bo Koça Dawî ya Salih Muslim
Di dîroka gelan de hinek mirov hene ku jiyana wan ne tenê ya
kesekî ye, lê belê ew parçeyek in ji dîroka neteweya xwe. Ew di qonaxên hestyar
ên dîrokê de wekî çira dibiriqin û rêya gelên xwe ronî dikin. Dema ku koça dawî
dikin jî, ne tenê jiyana kesekî bi dawî dibe, lê belê parçeyek ji bîrewerî û
xebata gelekî jî vala dibe û xemek neteweyî rû dide. Koça dawî ya Salih Muslim
ji wê cura koçkirinê ye.
Ew mirovek bû ku xebata xwe ne bi tundrewiyê, lê bi aramî,
bi ramana kûr û dûrbîniya siyasî meşand. Di navenda guhertinên mezin ên herêmê
de, wî her dem hewl da bibe dengê aqil û aramiyê. Siyaset ji bo wî ne tenê qada
hevrikiyê bû, lê rêya xizmeta gelê wî bû.
Salih Muslim wekî mirov sade û dilnizm bû, wekî têkoşer
qahîm û netirs, wekî siyasetmedar jî dûrbîn û hêmin bû. Hin kes di germahiya
siyasetê de tund dibin, lê wî di nava agirê hevrikiyan de hêminiya xwe
diparast. Dizanibû ku xebata neteweyî tenê bi tundûtûjiyê berdewam nabe, lê bi
zanebûn û ramana demdirêj digihe armanca xwe.
Dibêjin: Mezinahiya mirov ne bi wê ye ku çend salan bijî, lê
bi wê ye ku çend çirayan di rêya gelê xwe de vêxîne.
Salih Muslim bi xwe çiraya çirayan bû. Di vê serdemê de ku
herêm di nav guherînên mezin de derbas dibe, ne wextê wê bû ku me bi tenê
bihêle. Herêm hîn jî hewceyî dengê aqilmendî û aramiyê ye, lewma koça wî ya
bêwext xemeke girane, ji ber ku valahiyeke bi vî rengî bi hêsanî nayê dagirtin.
Hinek mirov wekî gulên biharê ne, diçin, lê bêhna wan di nav
baxçeyan de dimîne. Heke bihar nûbûn û ciwaniya jiyanê be, Salih Muslim wekî
guleke wisa bû ku li serê çiyayên Kurdistanê şîn dibû, bi nêrgiz û Gulale re
serê xwe ji axê derdixist û çiya rengîntir dikirin. Mirov hîs dike ku jiyan
careke din xwe nû dike, lê mixabin carinan qeder wisa dike ku karesat jî di
heman biharê de diqewimin. Di demekê de ku nêrgiz dibe ken û qîvar çiyayan
dixemilînin, dilê gelekî jî bi xema koça kesayetiyekî xebatkar dilerize.
Em dibêjin: «Bihar hat, lê dilê min wekî zivistanê ye, ji
ber ku gulek di baxçê me de kêm bû».
Salih Muslim ew gul bû ku di baxçê xebatê de geş bû. Lê bi
dax û hesret, baxçê têkoşînê ji ciwanî û bêhna wê gula kêmpeyda bêpar ma.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

