Kurdistana di Navbera Qeyran û Hêviyê de
Nêrîn 01:06 PM - 2026-04-15
Beriya çend rojan, birayê min Semîr ji min re got: «Kaka, di
vê dawiyê de te gelek gotar nivîsandin, çima carekê rasterast û bêyî vira û
wira li ser rewşa Herêma Kurdistanê naninivîsî?» Min jî got: «Li ser seran».
Dibe ku ev gotar ne bersiveke tam be ji bo wê pirsê, lê hewldanek e daku em
bêyî xemlandinên zimên, rasterast li ser rewşa îro ya Kurdistanê biaxivin,
Kurdistaneke ku di navbera qeyran û hêviyê de dijî.
Kurdistana îro wek keştiyekê ye di nav deryayeke tiji mij û
nearam de, pêl bi tundî lê didin û asman kêm caran tîrêjên dilniyabûnê
dibexşîne. Li ser vê keştiyê, mirov hinek rûniştine ku her yek ji wan xwediyê
xewnekê ye, lê gelek caran ev xewn di nav tariya paşerojê de winda dibin.
Qeyran li vir tenê çarenûseke neçarî nîn e, belkî encama
tevger û siyasetekê ye ku di nav salan de hatiye komkirin. Dema ku mûçe
dimaşîne (paş dikeve), dema ku ciwanek tu deriyekî omîdê nabîne ku ber bi
paşeroja xwe ve lê binihêre, û dema ku bavek nikaribe bersiva xewnên piçûk ên
zarokê xwe bide, hingê qeyran tenê ne jimar e, belkî dibe êşeke rojane.
Rastî ev e ku kêmûkurtiyên îdarî, hevrikiya aliyan,
dabeşbûna desthilatê û lawaziya opozîsyonê, bingeha piraniya van kêşeyan in.
Peyvên mezin ên wek «dadperwerî» û «yekgirtîbûn» gelek caran li ser zimanan
têne gotin, lê di rastiyê de ji bo xelkê wek dengekî dûr û jidengî (jawejawe)
têne bihîstin. Ti sîstemek bêyî bawerî berdewam nake, û ev baweriya îro li
Herêmê bi şêweyekî metirsîdar kêm bûye. Vegerandina baweriyê di navbera xelk û
desthilatê de, bingeha her paşerojeke aram û seqamgîr e.
Bêguman Kurdistan tenê çîroka qeyranê nîn e. Di nav vê
tariyê de jî hêviyek hîn çilo (çirۆ) dide. Xelkê vê axê her wek darberûyên
çiyan, li hember reşebaya zeman, bi xweragirtî rawestiyane. Dîroka vê nîştimanê
ji me re dibêje ku her çend qurbaniyên zêde dabe, lê hîn neşikastiye.
Pirsyara sereke ev e: Gelo em amade ne ji şaştiyên xwe fêr
bibin, an em ê her berdewam bin li ser dubarekirina wan? Çareserî ne li derve
ye, di hundirê me de ye. Ew gava ku desthilat biryarê dide li ser xizmetkirina
gel, ne li ser parastina berjewendiyên taybet, û ew gava ku civak jî bêdengiya
xwe dişkîne û daxwaza mafên xwe dike, wê demê destpêka guherîneke rastîn
çêdibe.
Emaneta xwîna şehîdan girane û nabe tenê bibe bîranîn, ev
emanet daxwaza kiryarê dike, ne tenê gotinê. Ji aliyê derve ve jî, aloziyên
herêmê hişyariyeke zelal in ku aramî bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji ber vê
yekê, têkiliyeke hevseng û aqilane bi Bexdayê re pêdiviyeke girîng û
çarenivîsaz e. Di hundir de jî, yekgirtina aliyên siyasî kilîta her bihêzbûneke
nîştimanî ye.
Di cîhanê de nimûne pir in Singaphor welatekî bê
çavkaniyên xwezayî bû, lê bi biryardarî, sîstem karî ji qeyranan bigihe
serkeftinê. Wekî ku «Lee Kuan Yew» dibêje: Eger tu dixwazî xewnên xwe bi dest
bixî, divê tu rêkûpêk û dîsîplîn bî. Ev derseke hêsan lê kûr e: milet ne tenê
bi hêviyê, lê bi kiryar û pergalê dijîn.
Kurdistan, îro di kêliyeke diyarkirî de ye di navbera şev û
rojê de, tarî hîn heye, lê tîrêjên spêdeyê jî xuya dibin. Ev dema hilbijartinê
ye, ku em an dibin perçeyek ji qeyranê, an jî dibin perçeyek ji çareseriyê.
Di encamê de, pêdiviya vê axê bi sozên mezin nîne, pêdiviya
wê bi rastgoyiyê heye. Kurdistan ne hewceyî peyvên girse û ne jî sozên vala ye,
pêdiviya wê bi dilekî rast û destekî paqij heye, ku di tariyê de mûmekê ji bo
her kesî vêxe.
Wekî ku Serok Mam Celal dibêje: Divê hêvî her tim hebe, ji
ber ku heger hêvî nebe, jiyan jî bêwate dibe. Ev hêvî dema wateyê qezenc dike
ku bibe kiryar. Di navbera hêviya Mam Celal û dersa Singaphore de, nexşerêyek
zelal dibe, ku ew jî rêya hêvî û biryaran, kar û rastgoyiyê ye.
Heger em bibin mûm û di tariyê de bişewitin, wê demê paşeroj
bi neçarî ronî dibe, ji ber ku Kurdistan piştî her şeveke dirêj, xwediyê roja
xwe ye.
Beriya ku ez vê gotarê ji bo weşandinê bişînim, min ji
birayê xwe yê hêja Semîr re şand. Bersiva wî kurt bû lê kûr bû jî, dema ku got:
Keke giyan, heger tu ji min qebûl bikî, te her tişt negotiye, te perçeyek di
nav dilê xwe yê mîna Mamê Xeme de veşartiye.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



Aplîkêşin

