Mam Celal, Çîrokek bi sê wane û sê navûnîşanên mezin
Nêrîn 10:00 PM - 2026-05-19
Ji bo bîranîna Roja Karkerên Cîhanê, diyare yasa bi tena
serê xwe ji bo parastina mafên karkeran têrê nakin; wijdanek zindî hewce ye ku
wan wergerîne dadweriyê.
Li vir yek ji çîrokên herî kûr ên ku ji hêla
Serokkomarê rewanşad serok Mam Celal Talebanî ve hatine vegotin heye, ne wekî
bûyerek pîşeyî ya tenê, lê wekî waneyek exlaqî ya berfireh ku tê de yasa û nirx
li hev dikevin.
Di sala 1960-an de, Mam Celal parêzerek ciwan bû ku
nûnertiya kompaniyayekê dikir ku xwediyê wê karsazê navdar ê Kurd Reşîd Arif
bû. Heftdeh karkeran doz li dijî kompaniyayê (şîrketê) vekirin û daxwaza
tezmînatê dikirin.
Li vir paradoks destpê dike: Parêzer, ku diviyabû muwekîlê
xwe (kompanyayê) biparêze , xwe bi rastiyek yasayî û exlaqî ya nayê qebûlkirin
re rû bi rû dît. Dema ku îfadeyên karkeran bihîst, wî dudilî nekir ku mafê wan
ê tezmînatê li dadgehê qebûl bike. Wî manevra nekir, li rêyên nelirê negeriya,
û wî qanûn neguherand amûrek ji bo xapandinê. Berevajî vê, wî ew dosya wekî ku
divê be pêşkêş kir: wek pîvanek dadweriyê.
Biryar bi sûda karkeran bi dawî bû û derket û serkeftî bû,
lê ezmûna rastîn ne li hola dadgehê bû, belkû li ofîsa xwediyê şîrketê
(kompanyayê) bû, ku Mam Celal bi pirsek tûj re rû bi rû ma: "Hûn Parêzerê
şîrketê ne, an parêzerê proletaryayê?".
Bersiva wî ne parastinek kevneşopî bû, belkû parastinek
pêşverûyî bû û got: Wî ji her tiştî zêdetir ji bo parastina navûdengê şîrketê
tevgeriya, ji ber ku dema edalet tê binpêkirin, ne tenê pere winda dibe, lê
bawerî jî, ku ji her qezencê biqîmettir e, winda dibe.
Waneya Yekem: Ji bo Karkeran Hêza Qanûnê
Ev çîrok bi zelalî nîşan dide ku dema karker di çarçoveyek qanûnî ya yekgirtî û rêxistinkirî de tevdigerin, ew xwediyê hêzek rastîn in. Tenê hejmara wan ne faktora diyarker bû; berevajî vê, serî li dadweriyê, baweriya wan bi wê û pabendbûna wan bi rênimayiyên wan bû. Bê guman, qanûn ne li gorî kesên ku li derveyî wê radiwestin, lê li gorî kesên ku wê bi aqilane bikar tînin, sûdê dide wan.
Waneya Duyem: Ji bo Parêzeran… Ji Parastinê Ber Bi DadweriyêTiştê ku Mam Celal kir, pîşeya parêzeriyê ji nû ve pênase dike. Parêzer ne tenê parêzvanek kor ê muwekîlê xwe ye, lê beşek yekgirtî ya pergala dadweriyê ye.
Serkeftin di dozan de ne her gav li ser qezenckirina hukmekê ye, belkû ji bo bidestxistina destpakiyê ye.
Parêzerek ku hiqûqê ji exlaqê vediqetîne, bingeha pîşeya xwe winda dike, her çend ew di her dozê de bi ser bikeve jî.
Waneya Sêyem: Ji bo Karsazan e… Navûdeng Sermayeya Rastîn e
Berteka destpêkê ya Reşîd Arif hêrs bû, lê dema ku wî fêm kir ku tiştê qewimî ne xiyanet bû, belkû parastina wêneya wî ye wekî kesayetek demokratîk bû, ew veguherî teqdîrek kûr.
Şîrket (Kompanya) ne tenê bi qezencên xwe, belkû di heman demê de bi navûdengê xwe jî têne pîvandin, û navûdeng nayê kirîn; ew bi dadweriyê û wijdan ve tê avakirin.
Ji ber vê yekê, ev çîrok ne tenê bîranînek ji jiyana Serok Mam Celal e, lê nimûneyek zindî ye ku têkiliya di navbera yasa û civakê de çawa dikare bibe.
Ew bîranînek e ku dadwerî ne dirûşme ye, belkû pratîkek e, û diyar dike ku rawestan li kêleka maf nakok nabe bi pîşe re belkû wê bilind û berz dike.
Li vir, divê naveroka çîrokê ji bo belgekirinê were weşandin:
Mam Celal : Di sala 1960an de, ez parêzerê şîrketeke karsazê navdar ê Kurd Reşîd Arif bûm, ku yek ji nifşê yekem ê demokratan bû. Wî ez li şîrketa xwe damezrandim daku alîkariya min bike û mûçeyek baş qezenc bikim. Tesaduf bû ku 17 ji karkerên şîrketê doz li dijî şîrketê vekirin û daxwaza tezmînata darayî kirin. Ez wekî parêzerê şîrketê çûm dadgehê, ji berk u ez parêzerê şîrketê bûm.
Piştî bihîstina daxuyaniyên karkeran, min mafê wan ê tezmînatê qebûl kir û min ji dadwer re got, "Erê, ev mafê wan e." Dadgehê biryar da ku tezmînat bide wan. Ez li bendê ma heta ku dadgeha îstînafê biryar piştrast kir, ew kir dawî û girêdayî, ango biryara dadgehê divê were bicîhanîn. Dadgehê biryara xwe ji serokê şîrketê re şand û daxwaz kir ku ew tezmînatê bide, ji ber ku biryar dawî bûbû û parêzerê şîrketê mafê karkeran ê we qebûl kiribû.
Reşîd Arif gazî min kir, ji min pir hêrs bû, û min dizanibû çima. Ez wê demê amade bûm ku rastiyê rave bikim û bersiva wî bidim. Dema ku ez ketim ofîsa wî, wî pirsî, "Birêz, tu parêzerê şîrketê yî an parêzerê proletaryayê yî?". Min jê re got ku ez parêzerê şîrketê me. Wî pirsî, "Çima te ev kir, birêz?"
Min weha bersiv da, "Min ev kir da ku navûdengê te û yê şîrketê biparêzim. Ez te ji ciwaniya xwe ve nas dikim, û ez dizanim ku Reşîd Arif demokratekî rastîn e, mirovekî nifşê yekem e. Tu dostê (Kamil El-Çadircî) û Ce'fer Ebû El-Timman) ye, û tu li dev min hêjaye ku dibînim hin karker dozê li te vedikin. Ev zirarê dide navûdengê te wekî mirovekî pêşverû û demokrat. Nirxa tezmînata hindike li gorî navûdengê te çi ye, ku ji hemî pereyên cîhanê hêjatir e?" Reşîd Arif aram bû, li min nihêrî û got, "Birastî Bravo ji tere, te tiştê rast kir."
Silav li hemû kesên ku mafên karkeran diparêzin, û li ser her parêzerekî ku ji bo edaletê têdikoşe, ne tenê ji bo qezenckirina dozan. Silav li Karsaz û xwediyên şîrketan re jî be ku navûdeng, mirovahî û edaletê li ser lêgerîna dewlemendiyê didin pêş.
Silav ji Serok Mam Celal re, parêzvanê mafên karkeran û endazyarê bicihkirina serxwebûna dadweriyê di destûra bingehîn a Iraqê de û aktîvkirina rola wê ya neteweyî.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



Aplîkêşin

