Bihuşta Mezopotamya
Nêrîn 09:11 PM - 2026-05-20
Efrîna berxwedêr,
Kobanê,
Qamîşloka Evînê,
Silêmanî,
Hewlêr,
Kerkûk,
Xaneqîn,
Mehabad,
Wan,
Dêrsim,
Amed.
Ez keleha berxwedanê me
Ez gel im.
Ez neviyê Kawa yê Hesinkar im.
Neviyê Mehmûd Berzencî me.
Neviyê Qazî Mihemed im.
Neviyê Şêx Seîdê Pîran im.
Neviyê Mezlûm Dogan û Zîlan im.
Neviyê Ziyad Helebî me.
Neviyê Şehîd Denîz Efrîni m.
Neviyê Arîn Mêrkan im.
Neviyê Evdoyê Murşîd im.
Neviyê Mame Rîşe me.
Neviyê Derwîşê Ebdî me.
Neviyê Ehmed Kerkûka Qudusa Kurdistanê me.
Ez goristaneke dojehî me,
ji bo neviyên Herbagos,
Beko Ewan,
û hemû xayîn û xwefiroşan im.
Bêhna min ewqas xurt e kî,
Ez bêdengiyê dişkînim, guhdarî Rovî û Çeqelan nakim,
Her demê tovê berxwedanê diçînim,
Geştir dikim,
Tarîtiya tund li cem min ne girîng e
Her çiqas zilm, êş, mirin û hemû tiştên wisa hebin jî,
Tova zadiyê her demê zindî dikim,
Eger hin kesên mirî hebin jî,
Bê guman Adar û Heyva Nîsanê dê biyabanên me bikin gulîstan,
Dê rojên azad û serfiraziyê bo me vegerînin,
Zevî û bihara azadiyê bi xwîna şahîdên me her geş dibin,
Destên germ belav dibin, daku bayê kirêt û qirêj biavêjin,
Daku jîyan û azadî ji nava şikeftinên mirin û tarîtiyê biherike.
Çarşem, 20ê Gulanê 2026 an
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

