Jina ku birînên welat bi kameraya xwe bi cîhanê nasand
Nêrîn 10:09 AM - 2026-06-13
Dîroka
şoreşa rizgariya gelê Kurd, ne tenê li qadên şer û bi çekên destê qehremanan ve
hatiye nivîsandin; li pişt vê dîrokê îrade, fedakarî û dilsoziya bêdawî ya
jinên têkoşer hene ku rêça bûyeran di xalên werçerxê de guhertin. Di rêza pêşîn
a van karakterên dîrokî de, navê Hêro Îbrahîm Ehmed (Hêro Xan) wekî sembolek
geş derdikeve pêş.
Jinek ku
mezinbûna wê ne tenê di jina rêberekî dîrokî wekî Mam Celal de bû, lê di heman
demê de wekî dibistanek serbixwe ya têkoşîn, raman û belgekirina êşên neteweya
xwe jî bû.
Hêro Xan di navçe
û jîngehekê de ku henaseya azadî lê hatibû birrin de ji dayik bû. Ew keça herî
mezin a nivîskar, ramanwer û tekoşerê mezin Îbrahîm Ehmed bû.
Mezinbûna di
bin siya bavekî rewşenbîr û dayikek dilovan wekî Gelawêj Xan de, hişt ku Hêro
Xan ne tenê ji temenê ciwan ve bibe temaşevanek bêdeng, lê di heman demê de
kûrahiya pirsgirêkên neteweya xwe jî fêm bike.
Ev paşxaneya
dewlemend a rewşenbîrî bû hêvana wê yekê ku jiyna hevjîniyê bi Mam Celal re
pêkbîne, wekî du hevsenger û hevbeşên rastîn di projeyek neteweyî ya mezin de
destpê bikin.
Di dawiya
salên 70an de û destpêka salên 80an ya borî de, dema ku rejîma Baasê siyaseta
herî hovane ya qirkirin û tunekirinê li dijî gelê Kurd dimeşand, Hêro Xan ne
amade bû ku li derveyî welêt jiyanek rehet bijî, wê rêya dijwar a çiyan
hilbijart; Ew bû yek ji jinên pêşeng ku çanda serdest a civakê şikand û li
kêleka Pêşmergeyên qehreman jiyana xwe derbas kir.
Hebûna wê li
çiyayan ne tenê piştgiriyek manewî bû, lê di heman demê de peyamek girîng bû ji
bo piştrastkirina hevsengî û wekheviya mêr û jinan di qurbanîdana ji bo axê de.
Mezintirîn û
degmentirîn rola Hêro Xan di dema têkoşîna çekdarî de bi rêya eynika kameraya wê
hate afirandin. Di wê serdemê de ku makîneya propagandaya Baasê dixwest rastiyê
xera bike û tawanên xwe veşêre, Hêro Xan bi kamerayek vîdyoyê digeriya û bû
şahidek zindî ya dîrokê.
Dîmenên
êrîşên kîmyayî yên li ser Kurdistanê, wêrankirina gundan û êşa dayik û zarokên
Kurd bi rêya eynika kameraya wê hatin parastin û gihîştin navend û dadgehên
navneteweyî.
Di heman
demê de, wê karî kêliyên bêhnvedanê, civînên siyasî û jiyana sade li çiyayan
tomar bike, ku niha arşîva neteweyî ya herî mezin û dewlemend a gelê Kurd e. Bi
dîtina min, ew bi rastî jî heq dike ku sernavê "Tomarvana Birînên
Welat" bigire.
Piştî rizgarî
û pêvajoya azadiya Îraqê, dema ku Mam Celal wekî yekem serokomarê Kurd di
dîroka Îraqê de hate hilbijartin, Hêro Xan bû xanima yekem a welêt.
Di vê qonaxa
nû de jî, wê ew nêrînên xwe yên şoreşgerî neguherand, belkû ew ber bi têkoşînek
sivîl û çandî ve veguhast. damezrandina navenda ronakbîrî ya Xak, TV û Radyoya
Xak, û kovar û saziyên taybet ku ji bo zarok û jinan hatine veqetandin şahidiya
wê rastiyê dikin ku Hêro Xan baweriyek kûr bi girîngiya çand û pêşkeftina mirovan
hebûye.
Ew her gav
sîwanek aram bû ji bo komkirin û piştevanîkirina hunermendan, nivîskaran û
rojnamevanan bi bê cudahî.
Hêro Îbrahîm
Ehmed ne tenê navekî asayî ye di rûpelên dîrokê de, belkû sembola îrade, hêz û
dilsoziya jinên Kurd e.
Wê nîşan da
ku jin dikare li çiyayan şoreşger û belgefîlmkar be, li bajêr jî parêzvana çand
û rewşenbîran be, û li koşkên serokatiyê dîplomatek aram û bi bandor be.
Bîranîn û
têkoşîna Hêro Xan dê her gav di wijdanê neteweya me de wekî beşek zêrîn û zindî
bimîne.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27



Aplîkêşin

