Sêgoşeya Gilover… Du Zerik

Nêrîn 04:40 PM - 2026-07-27
Karwan Enwer

Karwan Enwer

Kak Osmanek cîranê me bû, ti kar û kasibiyek nedikir, lê belê her tim pere di berîka wî de hebûn, gelekî baş dijiya, xweş dixwar, şîkpoş bû, qatên markayî li xwe dikirin, aşiqê bedena xwe bû. Cilên îtûkirî û bîhnên giranbiha û têoriya xwe ya taybet ji bo jiyanê hebû: «Bes bijî û xweş bijî» mafê min tune ye ku ez tevlî têoriya wî bibim, jiyana wî ya taybet bû, bi xwe hilbijartibû. Lê armanca min ew e ku ez bizanim çavkaniya dahata vî zilamî çi bû? Kesî nedizanî bi çi dijiya, ji ku ve dihat û çawa xerç dikir?.

Her tim berîka wî tijî pere bû!! Bêhna wî xweş û qeşeng bû, min jî meraq kiribû, di dema giranî û dorpêçên li ser Kurdistanê û Silêmaniyê de, min sê çar cûre kar dikir, lê belê qet pere jî di destê min de tune bûn. Sîwana min tune bû, seeta destê min tune bû, bêhn û kolonya min tune bû, destekî cilên kurdî yên ketafî hebûn, salê carekê li cem terzî min dida guhertin, ev pêvajo ji bo kesên ku nizanin çi ye: (Rankûçoxe ku aliyekî wê bi tavê dihat xwarin û rengê xwe winda dikir û kevn dibû, qatê me dibir cem terzî, aliyê hundir dianî derve, bi vî rengî ji bo saleke din nû dibû).

Bi piyan diçûm û dihatim, lewma binê pêlavên min li cem nalinger parçe hesin lê dihat danîn, dûrî rûmetê, jê re digotin (nal), wê demê me bi bizmaran lê dixist û bi teqûteq li ser rêyan em pê dimeşiyan, lê belê ev kak Osmane tiştekî wiha jî nedikir, nal jî bikar nianî, qaçaxçîtî û kolberî jî nedikir, nedıçû Kifrî û Serqela sabûn û tayt ji hikûmeta Iraqê bi qaçax bîne, nedıçû Pêncwên û Kerêçalê, lûle û nuqliyên Mîno bi kol bîne, kak Osman karkerê rakirina celba bêtonê jî nebû ku gemartirîn û girantirîn dema berê bû, «niha ev pîşe ber bi nemanê ve diçe». Îcar yê din jî nedikir!!! Giring e ku Osman selamet bê, bila bajarek bişewite, giring e ku Osman nefewite... Min û ew xelkê jî heta niha jî, nizanibû ev Osman – ji ber ku ji yekî zêdetir bûn – çawa û bi çi dijiyan?

Di sala 2003an de ji nişka ve dem guherî û rejîma çil salî ya Baasê rûxand û text û taca Sedam û darodesteyên wî serûbino bûn, Osman û Osmanan xwe di nava post û payeyan de dîtin; her postek dihate kolandin Osmanek ji bo dihat danîn, her Osmanekî jî çendîn postên qebe û zil di hikûmeta nû de werdigirtin.. Îcar qeder wisa ye ku zarokê nûbûyî heye bi kevçiyê zêr xiyarê çemerî tê dayîn, heta mirinê peyva (nîne û nabe û me nîne û neke û neçe) nabîne û nabihîze, zarokê sêwî jî heye wekî Koln Wîlson dibêje ku ji daxistina ji navika dayika xwe heta ber lêva gora xwe hemû jiyana wî têkçûneke berdewam e...

Em ên kolber, qaçaxçî û karkerên kargehên fafûn, lastîk û têlên hacêçor, her bûn temaşevan!!! Rûyê bavê serdemekê reş be ku hezar birçî lê hebin û Osman jî bi milyonan bilîzin û teqînê bikin, îcar ev kak Osmanê cîranê me û Osmanên din jî, ji piştî rûxandina rejîma berê heta niha, bi berdewamî di navbera vê postê û wê postê de mijûlî lîstika tawlê û domînoyê ne, hinek caran heftberdê û hinek caran topanê û helûkînê jî dikin.. Bawer bikin, lîstikvanekî gelekî mahîr û jêhatî jê derketiye, lê belê kompîla, erzûhal û nameya pakane û nameya evînê jî, xelk ji bo wan dinivîse!! Îcar qey ev meteloka segbav çi ye ku kes şîrove nake, eger mesele ne hêkên du zerik nebin... Ev jî dişibe Sêgoşeya Gilover

Rastgotin: Osman û Osmanên di gotarê de derbas dibin (navên xwazyarin) kes bi rastî navê wî ne Osman e..

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket