Bi tunebûna konê aştiyê, konên şer têne avakirin
Nêrîn 10:30 AM - 2026-07-29
Elî Şemdîn
Neveşartiya, ku piroseya siyasî li Sûriya, wê Sûriya ber bi dergehekî girtî û daxraw ve bibe, ji ber ku rêjeya nerazîbûnê gihiştiye astekî, ku êdî nêzîkbûye rewş ji bin kontirolê derbiçe, û nedûre biteqe jî.
Û tiştê ku îro li ser erdê tê meşandin, ji xurtbûna hêzên şofînî û geşbûna girûpên regezperest û ajawegêr, vî tiştî nîşan dide û eşkere dike, û ev hêz hemî civiyane di bin sîwana (Konên Şer)’de, ku li ser sînorê navçeyên kurdî hatine li darxistin, û bûne ciyê metiesiyê, û hokarin ji bo vêxistina fitinê û şer di navbera pêkhateyên niştimanî de, û rêjîm bi xwe jî ji vî agirî namîne parastî eger ew hewl nede zû vemirîne.
Ji dema ruxana rêjîma Be’is, û reva Beşar Esed, û bidestxistina desthilatê li Sûriya ji aliyê Rêxistina (HTŞ)’ve, ji wê demê ve vê rêjîma nû roj bi roj ber bi takrewî û sepandina sîstema navendî ve diçe, û komkirina hemî desthilatan di destê serok komar yê demkî de, evê yekê ew hêvî beravêtî kirin, ku miletê Sûrî bi hemî pêkhatiyên xwe yên netewî û olî ve, ku derketibûn kolanan doza azadî û rûmetiyê dikirin.
Evê rêxistinê, bi alîkariya berfireh û bê sînor ya navdewletî û navçeyî, dest bi karê xwe kir, û hikûmeteke yekreng avakir, û ragihandineke destûrî li gor pîvanên xwe nivîsand, û rêberê xwe (Ehmed Şer’i), wek serok komarê demkî ji bo Sûriya destnîşankir, û hemî desthilat dane dest wî ji bo rêvebirina karûbarê vî welatî ji dervî dezgeh û çarçwên yasayî û şer’î yên naskirî, ta astê ku wî bixwe û bi takrewî hemî emrazên avakirina perlemana demkî danîn, û wî bi xwe jî endamên vî perlemanî destnîşan kirin, çi bi rastûxo yan nerastûxo, û bi piştguhxistina nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên serekî û resen yên ku komelgeha niştimanî ji wan pêktê, nexasim miletê kurd ku diwem pêkhateya netewiye li Sûriya, û gelekî hatiye piştguhxistin û zulimkirin di seranserê dema hukmê Be’is yê reş de, û qurbaniyên gelekî giranbuha daye ji bo rizgarkirina welatê Sûriya ji diktaroyet û istibdadê, û ji bo paqijkirna wî ji tîror û tûndrewiyê.
Bê goman Tevgera Kurdî li Sûriya, bi hemî aliyên xwe yên siyasî ve, gelekî dilxweşbûn bi hilweşandina rêjîma berê, û amadebaşiya xwe bi temamî nîşandan ku xwe biguncêne bi vê rewşa nû re, ku ev şêwe ji hikûmeta demkî bi ser Sûriya daye sepandin, û ev amadebaşî gihişte astê herî bilind bi sazkirina konfiransa yekrêzî û yekhelwestiya kurdî li Sûriya di (26 nîsana 2025)’de, ku hemî partî û rêxistinên siyasî û rewşenbîrî û kesayetiyên çivakî lê beşdar bûn, herwiha bi amadebûna nûnerên partiyên kurdistanî û nûnerê hevpeymana navdewletî ya li dijî (Da’iş), û bi piştgîriya raya giştî ya kurdî û kurdistanî berfereh, ku cara yekem bû di dîroka tevgera siyasî kurdî de li Sûriya ev yekrêzî pêk tê û li ser yek nerînê û yek şandê rêk dikevin, û ew şand hatibû raspartin ku bi navê miletê kurd giftûgoyê bike li gel hikûmeta demkî, ji bo bidestxistina mafên netewî yên destûrî ji bo miletê kurd.
Di rastî de, hikûmeta demkî ne bawer bû bi hevbeşiyê di rêvebirina welê de, û vê hikûmetê ne tenê Şanda kurdî ya hevbş, ku nûneratiya miletê kurd dike, pêşwazî nekir, lê belê wê kar jî kir bi hemî karîbûna xwe ji bo hilweşandina vê Şandê bi riya pişwaziya wê ji aliyên Şandê re tak bi tak, û razîkirina wan aliyan bi hin post û pileyên hizbî û kesayetî yên teng, û mixabin ev lîstik li ser hin ji wan aliyan hate meşandin, çi bi zanebûn yan bi nezanebûn, ku ev yek bû sedema serekî ji pûçkirina Şanda kurdî re, û binpêkirina derencamên konfiransa kurdî, û ew alî di nav xwe de mijûl bûn bi rikberiyê li ser endametiya perlemanê demkî û hin postên îdarî, ku tevî giringiya wan, lê ew post di naverûka xwe de pirsa netewî qet nîşan nadin, ev pirsa ku miletê kurd di seranserê nêzîkî (70) salî de xebatkiriya û qurbaniyên gelekî giranbuha ji bo çareserkirina wê pêşkêş kiriye û hîna jî dike.
Ev rewş welat me vedgerîne qonaxa berî ketina Be’is, û dergehan vedike li ser piştê li ber belavbûna gotara kîn û tûndrewiya netewî û olî, ku êdî ew aliyên regezperest û şofînî ji bin kontrolê derkevin, ewên zikreş û bi kîn li dijî pêkvejiyana aştiyane, herwiha rê xweş dike li ber vegera wan girûpên tîrorist û şaneyên wan yên razayî, daku dîsan wê gera tûndûtûjiyê di welate destpêbikin.
Bê goman ev Konên Şer ku îro li ber çavên hikûmetê têne avakirin di navçeyên kurdî de, û bi eşkere doza şer dikin li dijî kurdan, û rewşê ber bi karesetê ve dajon, eger hikûmet bilez dergeh li ber diyalogê veneke, û zû kongireyekî niştimanî berfireh li jêr sîwana welat de li darnexe, ku hemî alî û pêkhate lê beşdarbibin bê dûrxistina tu aliyan, bi taybet nûnerên miletê kurd yên rasteqîne, û pêwiste yek ji erkên vî kongirî danîna destûreke nûjen be, ku mafên hemiyan têde parastî û diyar be, di bin siya sîstemeke demoqratî û piralî û ne navendî de, û dûr ji zulim û zor diktatoriyetê.
25.7.2026
PUKMEDIA/ Elî Şemdîn
zêtir bibînin
-
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
10:00 AM - 2026-08-24 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



Aplîkêşin

