106.mîn Salvegera Peymana Sîverê ji bîr nekin
Nêrîn 04:56 PM - 2026-08-10
Îro roja Duşemê, 10ê Tebaxê, sala 2026’an e, ku dike 106.emîn
salvegera Peymana Sîverê ye ku wek destkeftekî dîrokî ji bo gelê Kurd hatibû
holê, ji ber ku di wê rojê de, peymaneke ku mafên gelê Kurd hatibû diyar dikirin, lê ji aliyê Tirkan ve hat
betalkirin û wan hemû dever dagir kirin.
Her weha di 10ê Tebaxa 1920.an de, Peymana Sîverê di navbera
Tirkiye, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Ermenistan, Belçîka, Yewnanistan,
Polonya, Portekîz, Romanya, Sirbistan, Kirwatya, Slovenya, Çekoslovakya û
Dewletên Yekbûyî de hatibû îmzekirin.
Ev peyman wekî çareseriyekê ji bo pirsgirêka welatên ku di
bin desthilatdariya Osmanî yên ku ji aliyê Hevalbendan ve hatibûn dagirkirin,
hatibû amadekirin.
Peymana Sîverê ku ji 422 xalan pêk dihat, ku di nav wan de
xalên 62, 63 û 64 jî derbarê herêma Kurdan û maf û rewabûna xwebirêvebirina
gelê Kurd li deverên Kurdî bûn,tê wê wateyê ku ew peyman, destkefteke dîrokî bû ji bo gelê Kurd û Kurdistanê.
Peymana Sîverê ji ber girîngiya wê bi hemû hêz û rêyên ne
dadwer, hewla pûçkirina wê dan û di encamê de û bi hevkariya Sayke-Bîko Peymana Lozanê vejandin û ew xistin peymana sereke û bingehîn ya ku dilê
dewletên dijberên Kurdan xweş dike,ji wê rojê ve, gelê Kurd di jiyaneke dijwar û ne aram de
dijî ku jiyana Kurdan tijî ye ji wêranî, kavilî, jinavbirin û nelihevî û ne
dadwerî.
Tenê rêyek heye ku gelê Kurd xwe tê re derbazî aramî û
xweşbextiyê bike, ewe ku yekrêz û yekdeng û yekhelwêst û yekrefbin û xwediyê
lêvegera rasteqîne sax bikin û hevdu bipejirînin û hevdu hez bikin û bi hişyarî
gavên xwe ber bi pêş ve bavêjin.
Siyaset û têgeha dîplomasiyeta serokê rewanşad Mam Celal ji
bo wan pêngavan bi karekî sereke werbigrin daku encamên baş û serkeftî bi dest
bixin.
Bijî Kurd û Kurdistan
10-08-2026
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

