(Kurt û Kurmancî) Divê Lêvegerek were avakirin
Nêrîn 12:20 PM - 2026-09-01
Tiştekî çavrêkirî bû, dema ku Cenral Mezlûm Ebdî di (25
Tabaxa 2026)’an de, bi dawî hatina erkê Hêzên Sûriye ya Demoqrat (HSD), û
hilweşandina dezgehên îdarî yên girêdayî bi wan ve li Rojhilata Feratê,ragihand û eşkere kir, ew hêz û dezgihên ku berî deh salan hatibûn damezrandin
bi alîkariya Hevbendiya Navdewletî li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî (DA’IŞ), û
ji bo ku nehêlin ew rêxistina tûndrew wê valahiya ewlehî û îdarî dabigire, ew
valahiya ku di dema xwevekişandina rêjîma Beşar Esed de hatibû peydakirin di
wan navçeyan de,çimkî di encamê imzekirina rêkeftina (29 Kanuna Diwem 2026),
di navbera fermandarê Hêzên Sûriye ya Demoqrat (Ceneral Mezlûm Ebdî), û serokê
Sûriya yê demkî (Ehmed Şer’i)’de, ew şer hatibû sekinandin, ku di navbera herdû
aliyan de destpêkiribû bi sedema buyerên herdû taxên Kurdî li taxên (Eşrefiyê, û Şêx Meqsûd) yên bajarê Helebê .
Her wiha ji naveroka vê rêkeftinê diyar bû ku pêşeroja
(HSD), û dezgihên wê yên Îdarî û Leşkerî, îro be yan sibe, her wê werin
hilweşandin û ber bi tevlîbûnê ve biçin û wê bibin beşek ji peykerê dewleta Sûrî ya nû, yan jî wê rewş
dîsan vegere qonaxa şer, ku dilsozên pêşeroja Sûriye ev yek tu caran nexwestine
û naxwazin jî,lewma asayî bû ku di encamê Piroseya Tevlîbûnê de, ya ku bi
sistî birêve diçû, Mezlûm Ebdî li Koşka Gel li Şamê ragihîne û bibêje:Êdî erkê
Hêzên Sûriye ya Demoqrat bi dawî hat, û dezgehên wê yên leşkerî û îdarî hilweşiyan
û neman, û hatin veguheztin ji bo qonaxeke nû ji tevlîbûnê di nav dezgehên
Dewleta Sûriyê de.
Bê goman ev bijarde
ne baştirîn nimûne ye, yan jî bê wêneye li cem Miletê Kurd û Tevgera wî ya
Siyasî, her wiha ne di astê wan qurbaniyên giranbûha de bû, ku van hêzên
nîştimanî yên bi ezmûn pêşkêş kiribûn ji bo nehiştina terorê û parastina bêtir
ji yek li ser siyan ji xaka Sûriyê ji serberdayetî û têkçûna ewlehî û aramiya
îdarî, her wiha bê guman ev ezmûn ji şaşî û kêmasiyan jî ne dûr bû, û derfet
hebûn ku gelek ji wan şaşiyan çareser bikin, meger aliyekî bi xwe takrewî
nekiribane, û aliyên Kurdî yên dinê dûrnexistibane.
Eger em pîvanê bikin li gor pirensîpê (Bistîne, û bixwaze),
ji xwe wê bê sûd be ku em giftûgoyan ber bi bazinekî Bêzentî û nezok ve bajon,
yan jî em xwe mijûl bikin bi çendî ev ezmûn serkeftî bû yan na? û çi destkeftî
li ser erdê hatine bidestxistin piştî bi dawîhatina vê Piroseya Tevlîbûnê di nav
dezgehên dewletê de? Ji ber ku ev destkeftiyên ku îro hatine bidestxistin di
warê mafê zimanz û çanda Kurdî de, her wiha bidestxistina çend postên îdarî û
leşkerî, ku gelekî biçûkin jî, lê ew destkeftî her weke gavên pozetîv têne
hijmartin, û derfet heye li ser wan destkeftiyan were avakirin, û berdewam
bibin li ser daxwazkirina mafên siyasî û destûrî yên zêdetir, ku bibe dergehek
ji bo ku Miletê Kurd bibe hevbeşekî rasteqîne di avakirina Dewleta Sûrî ya
nû de,û ji bo ku destûra Sûrî hebûna wî wek diwem mezintirîn netewe li Sûriyê danpêbide û erê bike.
Divê were bi
bîrxistin, ku dergehê serekî ji bo bidestxistina mafên Kurdî ewe ku bi yekcarî
dûr bikevin ji takrewiyê di meydana siyasî ya Kurdî de, û li şûna takrewiyê, vegerin ser derencamên
konfiransê (26 Nîsana 2025), û li ser bingiha van derencaman ber bi avakirina
lêvegereke siyasî Kurdî berfireh biçin, ku bikaribe rêveberiya xebata siyasî di
qonaxa nû de li stûyî xwe bigire ji bo bidestxistina mafên netewî yên Miletê
Kurd, ku ew maf li gor astê qurbaniyên wî yên dîrokî bin, ku pêşkêş kirine û
hîna jî pêşkêş dikin ji bo pêşxistina welatê Sûriyê û parastina ewlehî û
aramiya wî.
27 Tebaxa 2026
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
Kurdistan 07:28 PM - 2026-09-10 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Qubad Talebanî: YNK bi serokatiya Bafil Talebanî di astê Îraqê û navneteweyî de xwedî pêgeheke bihêze
Kurdistan 07:12 PM - 2026-09-10 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11



Aplîkêşin

