Pêvajoya Aştiyê ji Bakur ber bi Rojava
Nêrîn 03:49 PM - 2026-09-08
Êvariya 25ê Tebaxa 2026an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya
Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji Koşka Serokatiya Sûriyê ragihand ku pêvajoya
tevlîkirina HSDyê bi Artêşa Sûriyê re bi dawî bûye. Ev gav bi pabendbûna bi wê
peymana ku di 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê
û HSDyê de hatibû îmzekirin, hate avêtin.
Bi diyarîkirî di Madeya 9 a peymanê de hatiye destnîşankirin
ku hemû saziyên Rêveberiya Xweser dê bi sazûmaniya dewleta Sûriyê re bibin yek
û hemû xebatkarên Rêveberiya Xweser dê di nava saziyên dewleta Sûriyê de bên
bicihkirin.
Di Madeya 13 de jî
hatiye diyarkirin ku ji bo diyarîkirina arasteya perwerde û fêrbûna civaka
kurdî û awayê nêzîkbûna li hember taybetmendiya zimanê kurdî li herêmên ku
piraniya wan kurd in, dê bi Wezareta Perwerde û Fêrbûnê ya Sûriyê re bixebitin.
Ev yek li ser bingeha Fermana Serokomariyê ya bi hejmara 13 ya 16ê Kanûna Paşîn
a 2026an pêk tê, ku di Madeya 3 de zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî nas
dike û destûrê dide ku li dibistanên hikûmî û taybet li wan herêmên ku
niştecihên kurd bi rêjeyeke berbiçav hene, were xwendin.
Ev guhertin dikarin ji bo kurdan bibin destpêka qonaxeke nû.
Ji ber ku ji dema serxwebûna Sûriyê di sala 1946an de heta niha, ev cara ewil e
ku kurd bi rengekî fermî di nava saziyên dewleta Sûriyê de wekî welatiyên vî
welatî tên naskirin, ku berê hatibûn bêparxistin û paşguhxistin.
Sûriya ji eniya Rûsyayê ber bi Amerîkayê ve
Di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, di wê rojê de ku rejîma Beis
hilweşiya, dawî li hevpeymaniya stratejîk a di navbera Rûsya û Sûriyê de hat ku
ji 8ê Adara 1963yê ve berdewam dikir. Sûriyê di nava dîrokê de bi gelek welatan
re têkiliyên siyasî û leşkerî hebûn, heta ku di dawiyê de di nava dewrana Îranê
û Rûsyayê de cîh girtibû. Her çend îro jî bingeh û xalên leşkerî yên Rûsyayê li
Tertûs, Hemîmîm û Lazqiyeyê mabe jî, lê Sûriya îro bûye hevpeymana Tirkiye,
Amerîka û welatên rojavayî bi giştî.
Berê HSDyê di dema damezrandina xwe ya di sala 2015an de (û
her wiha YPJ/YPG ji sala 2014an ve) têkiliyên xwe yên xurt bi Amerîkiyan re
hebûn, lê piştî ku rewş guherî û Sûriya nû ya piştî Esed kete eniya Amerîkayê,
ji bo HSD û Qamişloyê tu rêyek din nema ji bilî lihevkirin û pêkanîna bi Şamê
re – her çend ev rê pir zehmet û asê be jî – ku bi peymana 10ê Adara 2025an û
dûre jî ya 29ê Kanûna Paşîn û dest pê kir.
Xwendina Rojava ya ji bo rewşa navneteweyî ya niha, ji
xwendina serkirdên şoreşên kurd ên di dîroka nû de li Başûr û Rojhilatê welat
cuda bû; bi diyarîkirî li her du ezmûnên Komara Kurdistanê di salên 1945-1946an
de û Şoreşa Îlonê ya 1961-1975an de ku hemû hêvî û topên xwe xistibûn koşa
Sovyet û Amerîkayê ve.
Pêvajoya Aştiyê ya Bakur û Rojava
Gelo ev nêzîkbûn û tevlîkirina HSDyê û Mezlûm Ebdî ya bi
dewleta Sûriyê re (di warê leşkerî û îdarî de), dirêjbûn û heman xwendina
Ebdullah Ocalan e ji bo helwest û bersivdana destpêşxeriya Devlet Bahçeli
(Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê - MHP) ku di 22yê Cotmeha 2024an
de ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihandibû? Pêşniyarek ku ji dema
damezrandina komara Tirkiyê di sala 1923an de heta niha, di nava xwe de derzeke
mezin a bêîstiqrarî û aloziyê dihewand?
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

