Derfetên Dîrokî li Benda Belavbûyan Namînin
Nêrîn 02:35 PM - 2026-09-12
Piştî ku di 25’ê
Tebaxa 2026’an de, bi fermî ji aliyê berêz Mezlûm Ebdî ve hate ragihandin, ku
êdî erkê Hêzên Sûriye Demoqrat (HSD), bi dawî hat, û sazî û dezgehên Rêveberiya
Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilweşandin, û derbazî nav dezgeh û
saziyên dewletê bûn û yekgirtin, yekser gengeşe û danûsitandin li ser giringiya
vê gavê û bandora wê li ser herdû astên niştimanî û kurdî xurtir bû, û nerînên
li ser vê gavê, ber bi çend aliyan ve hatin dabeşkirin, û giringtirîn alî ji
wan aliyan ev bûn: Aliyekî ji wan bi eşkere dijberî vê gavê rawestiya, û ew
ragihandin wek destberdan ji mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê di hijmart, û
wek sazeşkirinê li ser hebûna wî didît, ku dewem mezintirîn neteweye li Sîriye
û di hemberî vî aliyî de, aliyekî din jî hebû ku ew Pêvajoya Tevlîbûn û
yekgirtinê wek pêngaveke pozetîf û erênî didît, ku bi saya vê pêngavê agirê
şerê navxweyî hate vemirandin, ku nêzîk bû hatibane vêxistin bi sedema
rûbirûbûnên çekdarî di herdû Taxên Kurdî de li Bajarê Helebê, Şêx Meqsûd û
Eşrefiyê, û pêta vî agirî gihiştibû heta sînorên deverên kurdî li Hesekê û
Kobanê, û xwediyên vê nerînê dibînin ku Pêvajoya Tevlîbûnê, tevî ku nikarîbû
Pirsa Kurdî li Sûriyê ber bi çareseriyê ve bibe ku li gorî hêvî û daxwaziyên gelê
Kurd be, lê belê vê pêvajoyê dergeh li ber şerekî navxweyî girt, û derfet li
ber qonaxeke nû ji xebata siyasî ya tevgera Kurdî li Sûriyê vekir, ku dibe li
ser were avakirin, û xebata siyasî were berdewam kirin ber bi destnîşankirina
Mafên Netewî yên gelê Kurd di destûra Sûrî ya nû de, bi awayekî ku li gor
xebata wî û qurbaniyên wî yên giranbiha bin û ev nêrîn bi xwe nûneratiya
piraniya Raya Giştî ya Kurdî li Sûriyê dike û di nav van gengeşe û
danûstandinên di navbera her dû aliyan de, ku hin caran sînorê xwe yên babetî
derbaz dikirin, û ji çarçoveya (Nêrîn û nêrînên din) derdiketin,lewma hindek
kesên keysperest ev helûmercên tije nakokî, li dijî tevgera Kurdî li Sûriyê û
li dijî serkirdayetiya wê bi dujminayetî bi kar di anîn, û daxwaze hilweşandina
vê tevgerê dikirin û doza li darxistina kongireyekî dikirin li Şamê, bi armanca
ku karibin tevgereke nû li gorî bejn û bala xwe damezrînin û dengoyek belav
dikirin ku pirsgirêka Kurd li Sûriyê miriye û nemaye.
Bê goman Pirsa Kurd li Sûriyê ava nebûya bi damezrandina
partiyeke siyasî yan çarçeweke leşkerî re, û ew namirê jî bi hilweşandina wan
partî û çarçewan,ji ber ku ew pirsa miletekiye, û qet nayê bi dawîkirin û bi
pişt guhxistin,bi riya bexşîna hin destkeftên îdarî û leşkerî, û bi riya hin
kursiyên perlemanî,lê ew pirs tê çareserkirin bi tenê bi riyên demoqratî û
dadperwerî.
Bi rastî, ev ezmûna
leşkerî û îdarî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji şaşî û kêmasiyan dûr
nemaye, û ev yek divê, çi zû be yan dereng, were nirxandin û rexnekirin,lê ya
giringtir ewe ku divê îro roj em bi berpirsiyartî li ser erkên serekî yên ku li
pêşiya tevgera Kurdî hatine danîn bisekinin,û xwe amade bikin ji bo qonaxa
piştî pêvajoya tevlîbûnê û hilweşandina HSDê û dezgeh û saziyên Rêveberiya
Xweser.
Her wiha, bi dil û can bixebitin daku sûdê ji wan pêngavên
erênî ku Hikûmeta Demkî li Şamê ber bi Kurdan ve avêtine werbigirin, û di
pêşiya wan gavan de, mersûmê (13)’an û di vî warî de, divê encamên konfiransê
26’ê Nîsana 2025’an, bilez werin aktîvkirin û ji Rewayetiya Neteweyî ya wan
encaman were destpêkirin, û bi yek destî ber bi avakirina sîwaneke siyasî ya
hevbeş ve biçin, ku ev sîwan hemî aliyên tevgera Kurdî li Sûriyê di bin siya
xwe de kom bike û bi civîne, ji partiyên siyasî û rêxistin û saziyên kultûrî û
civakî yên Kurdî, bi bê dûrxistin û cudayî,yan jî ev derfetên dîrokî li benda
belavbûyan Namînin
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

