Sêgoşeya Gilover... Meseleya Kebabê
Nêrîn 02:49 PM - 2026-09-15
Du heval
dixwazin ji bo nîvro kebabê bixwin, li gorî usûlê hin kesan divê yekî ji wan
parê her duyan bide. Paşê berê xwe didin pêşangeha firotina otomobîlan! Li wir
her kes yek otomobîla ji cûreyê (LADA) Lada ya sor dikirin, gava ku dixwazin
para kirîna otomobîlan bidin, kebabxurê ku para nade telaqê li kebabxurê ku
para daye dixwaze, tu dînarî nadî û ew li ser hesabê min e! gotinek ji vî û
gotinek ji wî.. Temam camêrî gotina xwe kir û ezê pareyê LADA`yê bidim û vê jî
neke meseleya kebabê!.
Meseleya vê
kebabê û Lada`yê metelokek bû di dawiya salên heftêyî de ji dev bo dev dihat
gotin, dema ku xelkê gundên sînorî di pêvajoya guhastinê de xistin nava
komelgehên bi zorê, bi pereyê neftê yê Îraqê dihatin qerebûkirin, ji bo her
donmekî zevî 2500 dînarên Îraqî dihat dayîn ji wê kesê re ku bi navê wî hatibû
tomarkirin.
Ev guhastin
du aliyên xwe hebûn, aliyê civakî ew bû ku xelkê bajaran sedan metelokên qeşmerî
çêkiribûn li ser şêwaza xercê wê lehiya pereyan, ew qonax bi navê (dema tewîzê)
dihat naskirin, hinek ji wan metelokan jî rastî tê de bû, lê bi tirş û xwê ve
hatibûn xweşkirin, lewma bi kê re bihata gotin (tewîz e) diqîrîn û dest bi dijûnan
dikir.
Aliyê duyem,
aliyê rastiya tal a trajediya siyasî bû: Piştî têkçûna şoreşa kurd û
peymannameya Cezayîrê di sala 1975'an de, damezrandina (Y.N.K) di heman salê de
û derketina şoreşa nû di 1976'an de, bîroka koçberkirina bi zorê û valakirina
şerîta sînorên Kurdistanê bi Îran û Tirkiyeyê re, kete hişê Sedam, ku sazkerê
bîrokê û cîgirê serokkomar bû, destpêkê bi valakirina 5 kîlometreyan, paşê bi
10 û 15, li hinek cîhên sînorên Silêmaniyê, gihîşt 30 kîlometreyan, xelk bi
neçarî ber bi ُّordargehên bi zorê ve hatin koçberkirin.
Li gorî
raporên wê demê yên Human Rights Watch, di salên 1977 û 1978'an de, guhastin
gihîşt lûtkeyê, nêzîkî 250 hezar welatiyên kurd xistin nava mûcemaetan (Kampên
daxistî), armanca ji vê pêvajoya navxirap, birîna xwarin û cîhê hewandinê yê
hêza pêşmerge bû, paşê bi navê sedema ewlehiyê valakirina sînoran bû.
Ev pêvajo li
gelek cîhên din li dijî kurdan bi navên cuda hatiye bikaranîn, wekî tehcîr an
tebeîd an terhîl an (Cordon Sanitaire), berê ji aliyê Jozeif Stalîn ve bi
milyonan xelk di sala 1944'an de hatin koçberkirin û di nava wan de kurdên
Gurcistanê, ku heta niha jî venegeriyane.
Li gorî
tomarên dîrokî û rapora rêxistinên navneteweyî, Sedam çi ji destê wî hat kir,
Stalîn jî pir zêdetir, bi armanca guhertina demografî û tobografiyaya navçeyeke
berfireh û têkbirina peywendiya niştecihên wê bi ax û zevî û sînor û jîngeh û
gund û sirûştê ve, xelkê van gundan di wargehên bi zorê de tund kirin, ji
hemûyan tirsnaktir nehîştina cudahiya di navbera xelkê bajar û xelkê gund de,
ji aliyê şaristaniyê ve ne ku erdnîgarî, ku heta niha jî kurd baca wê dide.
Beriya Sedam,
Jozeif Stalîn heman bîroka ceriband û miletê kurd ê sovyet dabeş kir li ser
Qazaxistan, Tirkmenistan, Azerbaycan û Çeçenistanê û...hwd, heta niha jî
perçebûna kurdên sovyet nehatiye yekxistin, lewma kolandina rehê kurd li ser
axa bab û bapîran, bernameyek bû ji bo helandin û tinekirin û jenosîdê.
Digel vê
kiryar û reftara hovane, pirsek pir komîk di hişê min de ye, ew jî ew e: Eger
Stalîn û Sedam bi hev re wekî du biraderên destpêkê, biçûna ji bo xwarina
kebabê, kîjanî dê para yê din bida? Bawer bin ku tu kesî para yê din nedida, ji
ber ku ev du nav di dîrokê de, du serokên herî xirab in ku miletê xwe koçber
kirine, xwîna milet û herî zêde kesên nêzîk û naskirî û zava û kesûkarên xwe bi
destê xwe kuştine, heta roja mirina xwe yek kes nebûye hevalê wan, îdî çawa parê
kebabê ji bo hev didin?!.
Ev jî dişibe
sêgoşeya gilover.
*** "Sêgoşeya Xwar" navê quncikeke heftane ye ku rojên duşeman di rojnameya (Kurdistanî Nwê) de tê weşandin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

