Yan Yekrêziya Kurdî... Yan jî Hîç!
Nêrîn 12:14 PM - 2026-09-17
Bûyerên
nexweş, yên ku vê dawiyê li herêmên Kurdî, bi taybet li Hesekê û Kobanê,
rûdabûn, pêleke berfireh ji ne razîbûn û şermezarkirinê li pey xwe anîbûn û
dawiya wan bûyeran tawana revandina ciwanekî Kurd bû bi navê (Sîpan Hiso Kurmî),ku
ew bi xwe serbaz bû di Lîwa ya Hesekê ya leşkerî de û tawanbaran bi xwîneke sar
û bi awayekî hovane û bi kîn serê wî birîn, û bûyera serbirînê jî hatiye dokumêntkirin
û belavkirin li ser malperên torên civakî.
Her wiha jî
şewata Zîndana Kobanê, ku di encamê wê şewatê de (8) kesan canê xwe ji dest dane,
û (18) kesên din jî birîndarin, û hinek ji wan birîndaran birînên wan gelekî giran
û dijwarin.
Ev bûyer di
demekê de tên ku Pêvajoya Tevlîbûnê bi dijwartirîn qonax re derbaz dibe û li
ser erdê rûbirûyî astengiyên çarenûsaz dibe ku vê pêvajoyê ber bi dûriyaneke
hestiyar ve dibe: Yan wê aliyên peywendîdar bi mêranî û wêrekî bi xalên rêkeftina (29.01.2026).an pabend
bibin û ber bi cîbicî kirina naveroka wê biçin, ku êdî baweriyê xorttir bikin
di navbera hemî pêkhateyên netewî û olî de, û rê xweştir bikin ji bo qonaxeke
nû ji aramî û aramiyê di welat de;yan jî wê rewş dê were ajotin ber bi
serberdayetiya îdarî û sergêjiya ewlehî ve,ku wê careke din deriyan li pêş
tûndûtûjî û kûştin û terorê veke û di encam de wê welat jî ber bi şerekî navxweyî
ve biçe ku êdî kesek bi serkeftî jê dernakeve, ji bilî dijminên gelê Sûrî yê ku
şer bi dirêjaya (15) salan, ew ji hevxistiye û westandiye .
Ev tawanên kirêt ku li welat bi tevayî, û li
herêmên Kurdî bi taybet rû didin,ne ji valahiyê hatine û ew bi xwe nişanên
metirsiyê ne ku êdî rewş ber bi xeraptir ve diçe, mixabin, ew jî bi sedema
tunebûna desthilata dewletê û yasa û xavbûna Pêvajoya Tevlîbûnê ku di (25.08.2026).an
de, hatibû ragihandin û tûjbûna gotara riq û kînê li dijî gelê Kurd û çalakbûna
şaneyên teroristî, û belavbûna grûpên çekdar yên ser bi hoz û êlên Erebî ve,
yên ku di nava rojê de bangeşeyê dikin ji bo belavkirina fitne û kûştin û tolhildanê,ev
di demekê de ku rêjeya bêkariyê, û buhabûna nirxan,û tunebûna xizmetgûzariyan û
kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên serekî mîna Av û Eliktrîk û Sotemeniyê û her wekî
din;lewma, ji Hikûmeta Veguhêz tê xwestin ku bi erkên xwe yên îdarî û yasayî û
ewlehiyê rabe û bê dudilî kar bike ji bo parastina welatiyên xwe, bi hemî
rengên xwe yên netewî û olî bi bê cudayî û dubendiyê.
Her wiha
dikeve ser milê vê hikûmetê ku bi tûndî rê li pêşiya wan kesên ku ramana Şofînî
belav dikin bigire, ew ramana ku Be’is ji wan re li şûna xwe hiştiye û divê
hevsarê wan grûpên serberdayî rabigre yên ku girêdayîne hoz û êlan û yên ku wek
paşmayê rêxistinên teroristî têne hijmartin û tawanbarkirin û sizadana gotara
riq û kîn û tolsitandinê ku li ser nasnameya netewî tê cîbicî kirin,û divê ev
hikûmet deriyan veke li pêşiya nûnerên gelê Kurd li Sûriyê û hebûna wî erê bike
û danpêbide û mafên wan yên netewî gerentî bike di destûra nû de li ser bingiha
ku ew duyem mezintirîn neteweye li Sûriyê.
Bê goman, ew
pêngavên ku Hikûmeta Veguhêz avêtine ber bi erêkirina mafên Kurd yên çandî û
zimanî ve,ku di mersûma (13).an de hatine destnîşan kirin û pêdana hin postên
leşkerî û îdarî û hin kursiyên perlemanê, ew bi xwe pêngavên erênî têne
hijmartin û li ser wan tê avakirin, lê ew destkeft pirsa Kurdî bi yekcarî
çareser nake,çimkî ew bi xw pirseke netewî ye,qet nayê jibîrkirin û kurtkirin
di çend postên îdarî de ku di destûrê de ne parastî ne ji ber vê çendê ji gelê
Kurd li Sûriyê tê xwestin ku bi çavekî erênî li vê qonaxa piştî bi dawî hatina
pêvajoya Tevlîbûnê temaşe bike û hişiyar be derbarê pîlangeriyên aliyên Şofînî
yên bi kîn ku ne bi dilê wane Kurd her destkeftekê,piçûk be yan mezin bi dest
xwe bixin û diyare ku ev bûyerên vê dawiyê li herêmên Kurdî rû dane,di vê kevanê
de tên hejmartin û li gorî vê rewşa hestyar û dijwar ku gelê Sûrî bi giştî û gelê
Kurd bi taybet têre derbaz dibe ji Tevgera Kurdî li Sûriyê bi hemî aliyên xwe
yên Siyasî û Çandî û Civakî ve tê xwestin ku bi erkê xwe yê dîrokî rabin û gelê
Kurd yê tore û nerazî ber bi aramî û xweragiriyê ve bajon û rê li pêşiya wan
bigirin û nehêlin ber bi gotarên riq û kînê ve biçin, ku aliyên Şofînî belav dikin
bi armanca vêxistina agirê fitineyê di nav pêkhateyên netewî yên pêkve di
navçeyên Kurdî de dijîn, û hilweşandina aştiya civakî di navbera wan de, û di
encam de rewşê ber bi arasteyeke ne diyar ve bibin.
Em vê yekê
dibêjin ku em dizanin ev xelkê birîndar û xemgîn gihiştiye astekî ji reşbînî û
bê hêvîbûnê ji aliyên Tevgera Kurdî ve û êdî ew baweriyê bi tu aliyekî tenê
nake, eger ew alî bi hevre û bi zûtirîn dem helwest û rêza xwe nekin yek û
lêvegera xwe ya siyasî û berfireh ava nekin li ser bingeha rewatiya konfransê
(26.4.2025).an YA (26.4.2025)’an. yan jî hîç...
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

