Lûtkeya Tehran û Silêmaniyê
Nêrîn 02:11 PM - 2026-09-21
Di rojên borî de, Silêmanî wekî kela û pêgeha stratejîk a
Kurd û YNKê, bû çavkaniya du pêngavên berpirsiyar ên mezin di xebata
dîplomatîk, ewlehî û aborî de.
Ev pêngav jî rengvedan û berhema ew arasteya
siyasî û erdnîgarî ya bandorker in ku YNKê serkêşiya wê dike; ew jî jidayîkbûna
herdu lûtkeyên Tehran û Silêmaniyê bûn, ku tê de îradeya siyasî ya YNKê ligel
pêgeha erdnîgarî û bandora herêmî ya Silêmaniyê di van xalên hevpar de digihin
hev:
-Vekirina deriyên girtî bi rûyê çareserkirina pirsgirêkên
aloz û girêkbûyî û dîtina derfetên nû yên çareseriyê ji bo pirsên hilawêstî.
- Kêmkirina aloziyên nexwazraw û ziyan bexş, û xwe
dûrgirtina ji gotara hişk û zimanê tûj.
- Bicihanîna aramiya siyasî, ewlehî û aborî li navçeyê bi
rêya diyalogeke berdewam û peywendiyeke hertimî.
-Dûrxistina Herêma Kurdistanê, Îraq û navçeyê ji metirsiyên
şer û cîgirkirina aştiyê li navçeyê.
Ev yek jî vedigere ser sepandina siyaseteke jîrane û
berpirsiyar a Serok Bafil Talebanî û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, yê ku
karî di lûtkeya Tehranê de û di hemû hevdîtinên xwe de bi serokên bilind ên wî
welatî re, dîtinên hevpar, girîngiya aştî û aramiyê, rêzgirtina li serweriya
welatên cîran, berjewendiyên hevpar ên aborî, ewlehî û siyasî û peywendiyên
kevnar ên her du aliyan bikin bingehê danûstandin û hevdîtinên lûtkeyê.
Lûtkeya Silêmaniyê jî wekî lûtkeya Tehranê karî derfeteke
hevpar li pêşiya nêrînên cuda yên (Bexda, Hewlêr, Silêmaniyê) veke û di nava
wan nêrînên cuda de li çareseriyeke hevpar bigere û hemû alî bi eşkereyî kêmasî
û astengan bixin holê:
-Her wek lûtkeya Silêmaniyê karî pêkenîneke dilxweşiyê ya
hevpar bixe ser lêvên rêzdar Serokomar û rêzdar Serokê Herêmê û qeşaya sarbûna
navbera wan bihelîne.
-Pêşkêşkirina komeke belge, data û zanyariyan li ser pirsên
aloz û girêkdayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku ji bo raya giştî û ji
bo medyaya Herêm û Îraqê girîng bûn.
- Di dawiyê de gihîştina bi komeke raspardinên girîng ku dê
alîkar bin wekî nexşerêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Ev her du lûtke nîşaneya wê rastiyê ne ku Silêmanî di hemû
serdem û qonaxên dijwar de pêşeng e ji bo vekirina deriyên girtî û dîtina
kilîla çareserkirina pirsên curbicur, û pêşengê nûbûn û navenda biryargirtinê
ye ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê, Îraq û navçeyê. Ji ber wê jî hêjayî
derfet pêdaneke zêdetir e, daku bikaribe baştir û zêdetir berdewam be.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

