Her dawiyek destpêkeke nû ye
Nêrîn 10:09 AM - 2026-09-24
Ew ê ku em wê ji dest didin, qet dawiya çîrokê nîne, belkî
destpêkeke nû ye ji bo bersivdayîna jiyanê. Tu tarîtî û mij nabe ku tîşka rojê
herheyî veşêre, belkî rojê fêr dike ku çawa zêdetir belav bibe û bibiriqe.
Em mirov hatine çêkirin ji bo ku em rûbirûyê jiyanê bibin,
bi hemû ew bûyerên ku jê re dibêjin dijwarî, lê bi rastî jî ew ne dijwarî ye,
tevahiya bûyeran rizgariyeke ji dijwariyeke hîn dijwartir ku em mirov naxwazin
li wê yekê têbighêjin.
Gava ku ez di qonaxên destpêkê yên xwendinê de bûm, me derseke
nû dixwend û ez di wê de asê dibûm, min hesta mandîbûnê dikir, lê çend roj
derbas dibûn û ew ders hêsan û hêsantir dibû. Gava ez mezin bûm, min fêm kir ku
ew hemû ders mîna vexwarina avê ne û ti tişt nîne ku bi ser qudreta mirov de
zal bibe. Ji bo min dijwarî her dem bûn sedem ku ez fêr bibim, ger wan ez dane
ser çokan jî, ewqas demkî bû ku min bi xwe jî hesta derbasbûna wê ya bilez
nekir.
Tu.. Erê tu, mirovekî zîrekî. Di demsala payîzê de, te weşîna
pelên her darekî dibînî? Te qet tu carî xwe xistiye şûna wê?
Çendî bi êş e ku pel bi pel, ku mîna pitikekê ne û bi çend
mehan dest di nav dest de bi hev re bûn û dar mandî bû heta ku ew gihandin ji
hev dûr dikevin û wê dare bi cih dihêlin?
Te qet ji xwe pirs kiriye ku çima ev dara nagre (fêkî nade)?
Çima naşkê û naqelişe (narize)?
Ji ber ku ew bi kelecanî li bendê ye ku bihar bê û careke
din pelên xwe ji nû ve di nava hembêza xwe de bigire, yan jî ew pir baş dizane
ku mayîna pelên payizê dê ji bo wê bibin barên giran û gelek belayên din li pey
xwe bînin.
Ev xwezaya jiyanê ye, ji bo me mirovan jî bi heman rengî ye,
lê belê li ser hin ji me giranrtir derbas dibe û pejirandin wê li ser me
dijwartir e.
Em her dem di xeyala kesên çûyî de namînin, belkî mirovê jîr
ew e ku bi kelecanî li bendê destpêkên nû ye û her dawiyekê wekî destpêkekê
dibîne.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

