Xwendina Kurdî û nasnameya Erebî
Nêrîn 05:08 PM - 2026-09-28
Razîbûna Ehmed Şer' li ser wê yekê ku li navçeyên piraniya
wan kurd in, zimanê fermî yê xwendinê kurdî be, pêngavek baş û giring e, lê
belê ji wê jî giringtir hebûn û hene û cîbicîkirina wan di vê qonaxê de gelekî
zehmet e.
Berya her tiştî, hebûna Sûriyeke navendî û hilweşandina
kanton an jî rêveberiya xweser ku kurd tê de piranî bûn, di vê qonaxê de şikestine,
lê belê weku tê gotin ji bo rizgarkirina kurd û navçeyên kurdî bû ji şerekî
newekhev ku ziyaneke zêdetir ji bo kurd hebû.
Li gorî wê fermana (mersûma) qonaxa veguhêz ku Ehmed Şer'
îmze li ser kiriye û ji bo pênc salan e, Sûriye wekî Komara Erebî ya Sûriyê
hatiye danîn. Dibe ku kêfxweşiyek hebe derbarê wê yekê ku ew destûr nîne û tê
guhertin di wê navê de bê kirin, lê rastî û fakter ev e ku ew ferman bingeh û
prensîbên sereke yên destûra mayînde ye û bi bihêzbûna zêdetir a hêzên serdest
û zêdetir xurtbûna Sûriyê û desthilata Şer' ve, paşê jî ger her demokrasî bê
şopandin û bibe piranî û kêmneteweyî, wê demê her di riya dengdanê ve ew
(Komara Erebî ya Sûriyê) tê çespandin.
Sûriyeya piştî Esed ê bav û kur, ji ber dehan sedem û
astengî, plan û pilanên navxweyî û derveyî û her wiha navdewletî jî, derfet
neda kurd ku wan destkeftên ku bi dest xistibû çarçoveyeke destûrî werbigirin,
belkî planên li ser kurd serketin û destkeft ji dest çûn, bi wê yekê re ku hîn
metrisiyên mezintir jî ji bo ser kurd mane.
Rast e xwendina bi zimanê kurdî giring e, lê ew nîşaneya
başbûna rewşa kurd nîne li Sûriyê. Di serdema rejîma Baَis de li Îraqê zimanê
kurdî dihate xwendin, rojname û kovarên kurdî û heta televîzyon û radyoyên
kurdî jî hebûn, lê Baَis di berjewendiya xwe de bi kar dianîn û di wê qonaxê de
jî kurd bi berçavên hemû cîhanê dihat qirkirin (Cenosîdkirin).
Xebata kurd li ser hemû astan giring e, ziman derfeteke baş
ji bo geşedana çandî û mayîna neteweyekê peyda dike, lê eger jîngeha siyasî
alîkar be, ne ku bi kurdî dîroka ol û neteweyên din bê xwendin û destan û
efsaneyên wan li zarokên kurd bên ezberkirin. Di rewşeke wiha de yekgirtiyûya
kurd mîsogeriya geşedan û mayînê ye, beşdariya siyasî ya bi bandor, avakirina
binesaziya aborî, geşepêdana hişyariya neteweyî, hebûna rêxistinên civaka sivîl
bi tevahî giring in.
Qonaxa veguhêz ji bo xwe sazdanê û gereka din a hevrikiyê ye
di pêşerojê de, divê kurd vê yekê bi hêsanî wernegire.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

