Reşbîn nebin;hîna jî nîvê perdaxê tijeye ji hêviyan
Nêrîn 01:13 PM - 2026-10-02
Hevdem bi
paşketina rola Tevgera Kurdî li Sûriyê, û belavbûna rêzên wê û derçûna doseya
pirsa Kurdî ji nav destê nûnerên wê yên rasteqîne, em dibînin ku baznê reşbînî
û bê umîdiyê di nav girseya kurdî de berferehtir bûye, bi taybet di nav nifşê
xortan de, û dipirsin: Tevgera Kurdî li Sûriyê di dema (70)’salan de, çi xebat kiriye?Çi
dikare bike di demekê de ku nêzîke derfetên dîrokî ji dest bide, ev derfetên ku
jêre hatine peydakirin di van (15)’ salên dawiyê de?
Bê guman di nav van reşbîniyan de hindek kes
hene ku dixwazin Tevgera Kurdî li Sûriyê bi serkeve, û bi durustî rola xwe
bilîze. Helbet ji mafê wan kesane ku bi rola xwe ya çavdêriyê rabin û Tevgerê
bişopênin û rexne bikin û jê daxwaz bikin ku şaştiyên xwe rast bike û xebata
xwe baştir bi rêve bibe daku li astê van guhertinên bingehîn be, ku sedsala
bîst û yekê ew bi xwe re anîne;lê hindek kes jî hene ku gelekî bi kîn dixwazin
xebata vê Tevgerê reş bikin û wê nehêlin û ji nav bibin, û tolê ji
serkirdayetiya wê bistînin, ev serkirdayetiya ku bi mêrxasî û bi hemî karîbûna
xwe kar kiriye ji bo agirê xebatê geş bimîne û venemire û xebata xwe bi dijwarî
berdewam kiriye di navbera çakûçê siyasetên Şofînî û pirojeyên nijadperestî de,
ku rêjîmên diktatorî yên li dûv hev li ser meşiyane ji bo nehiştina hebûna Kurdan,
û Sindiyana aliyên xapînoker ku qumarê bi çarenivîsa gelê Kurd kirine û hîna jî
dikin, û yên ku bi berdewamî diruşmên ne riyalist dibêjin, mîna diruşma
(Azadkirin û Yekxistin Kurdistan), û ferhikirina sînorê Kurdistan ta ser derya,
û bi erzanî behana dixine destê aliyên Şofînî de, yên ku Pirsa Kurdî weke
girêkek ya Penceşêrê dibînin, û tu çareseriyê jêre nabînin ji bilî birîna wê ji
kokê ve. Tevgera Kurdî li Sûriyê dest bi xebata xwe kiriye, bi destpêka yêkemîn
partiya siyasî kurdî’re, ku di (14.6.1957)’de, li Sûriyê hatiye damezrandin li
ser destê girûpeke siyasî û ronakbîrên Kurd bi serokatiya Nûredîn Zaza, ku
pabendbûn bi siyasetên babetî, û terazû bi hûrî radigirtin di navbera herdû
rehendên (Netewî û Nîştimanî)’de, û xebata xwe di bin diruşmên riyalist de
berdewam dikirin, ku taybetmendiyên gelê xwe li ber çavan digirtin, û doza wan
jî her bi destxistina mafên Siyasî û Çandî û Civakî bû; lewma vê tevgerê karîbû
girseya Kurdî şiyar bike, û bîra Netewî di nav rêzên wê de belav bike, ku di
nav paşketin û nezaniyê de nuqim bibû, û ji piçûktirîn derfetên jiyana bi rûmet
bê beş mabû,êdî rêxistinên vê tevgerê zû di nav girseyê de bi berferehî belav bibûn
mîna belavbûna agir di nav pûş de,lê wan aliyên zikreş ku bi wan nexweş bû
bibînin Tevgera Kurdî bi şêweyekî dirust dest bi karê xwe bik,lewma ew alî zû
ketin amadebaşiyê de, û li pêşiya xebata tevgerê sekinîn.
Di dema ku Şofînistan Tevgera Kurdî bi
cûdaxwziyê û bi parçekirina welat û avakirina Isra’îla Duyem tawanbar dikirin,
di wê demê de xwediyê diruşmên qelew mijîlbûn bi çandina veyrûsa parçebûnê di
laşê Tevger Kurdî de û rê digirtin li pêşiya avakirina kesayetiya wê ya taybet
û serbixwe, her wiha bi xurtî li pêşiya hemî siyastemedarên Kurd yên karêzmî, û
kadirên rêxistinî yên diyar di sekinîn, û mixabin wan Şofînistan bi serkeftî
karîbûn wan xebatkarên bi nav û deng pûç û bê rol bikin û tiştê ku bi serê
Nûredîn Zaza hat, tê hijmartin wek xeraptirîn nimûne ji vê diyardeya kujinde re,piştî
bêtir ji (60) salan ji xebata netewî ya dijwar, û nêzîkî (15) salan ji qeyrana
Sûriyê ya wêranker, em îro li ber duriyaneke metirsîdar disekinin, ku ew aliyên
Şofînî û xwediyê diruşmên qelew miletê me ajotine ber yek ji van herdû
bijardeyan:
Yan emê razî bibin bi tiştên ku li ser erdê bi
rêve diçe, û emê erê bikin li ser Pêvajoya Tevlîbûnê bi şêweyê ku heye.
Yan jî divê em vegerin Xala Sifir, û werin
şemitandin ber bi şerekî navxweyî, ku di encamê de hebûna Kurdî li ser erdê bi
yekcarî nemîne,lê tevî vê yekê, hîna jî nîvê perdaxê tijeye ji hêviyan, û hîç
riyek tuneye ji bilî parastina Tevgera Kurdî li Sûriyê, bi başî û ne başiyên wê
ve, ew jî bi riya saxkirina derencamên Konfransa 26 Nîsan ya sala 2025.an, ku pêngaveke
dîrokî bû ber bi danîna kevirê pêşî yê avakirina kesayetiya taybet û yasayî ya
Tevgera Kurdî li Sûriyê û xwe bi hêzkirin bi şeriyet û rewayetiya vî konfransê
ku ta asteke baş alîkare ji bo parastina biriyara wê ya serbixwe, û karkirin bi
yek dengî û bi yek helwestê ji bo sûdê wergirin ji wan destkeftiyên çandî û
ziman yên kêm ku di Biryarnameya (Mersûma) (13)’de hatine destnîşankirin, û
temam kirina wan bi mafên siyasî, û erêkirina hebûna gelê Kurd wek duyem
mezintirîn netew li welat, û nivîsandina wan mafan di destûra nû de.
30.09.2026
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

