Mam Celal û Damezrandina Yekemîn Partiya Kurdî li Sûriyê
Nêrîn 02:37 PM - 2026-10-04
Bi boneya (9).mîn salvegera koça dawî ya
Rêberê Kurdistanî yê Karêzmî, û serokê Îraqa Fêdralî, Celal Talebanî,ku
mîratekî giranbuha û ezmûneke dewlemend li şûna xwe hiştiye, û bûye ciyê
şahnaziyê li cem gelê Kurd di tevaya kurdistanê de;pêwîste em rola wî ya dîrokî
di bîra xwe bînin, ku di damezrandina yekemîn Partiya Kurdî de lîstiya li Sûriyê.
Her weke Nûredîn Zaza,bi xwe di pirtûka xwe de
(Jiyana Min ya Kurdî), ku bi zimanê Firensî hatiye belavkirin di 1993.an de,
dibêje: (Celal Talebanî, ku ew yek ji diyartirîn serkirdeyên PDK-Îraq bû, û di
wê demê de penaberê siyasî bû li Sûriyê, û me bi hevre beşdarî dikir di
lêkolînan de li ser destûra bingihîn ya Partiya wî (PDK), û me bi hevre ew
destûr berawird dikir bi rewşa Kurdî re li Sûriyê, bi armanca damezrandina
Partiyeke Kurdî ku guncaw be bi rewşa Kurdî re li Sûriyê, û ev hêvî hate
cîbicîkirin di dawiya 1957.an de.
Mam Celal hemî hewildanên xwe dikirin ji bo
razîkirina Rêxistin û Komeleyên Kurdî yên ku hebûn, daku xwe hilweşînin û tevlî
Partiya nû bibin û Samî Namî di pirtûka xwe de (Dîmenên ji Dîroka Winda), ku bi
Kurdî hatiye belavkirin di 2000.an de, dibêje: Mam Celal û Zaza gihiştibûn
Qamişlo di 1957.an de, ji bo pêwendiyan bikin bi kesayetî û komeleyên Kurdî re
li Cizîrê, mîna Komeleya Yekîtiya Xortên Demoqrat yên Kurd li Sûriyê, û
razîkirina wan ji bo derbazî nav rêzên partiya nû bibin û Samî dibêje: (Dema ku
Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê, hatiye damezrandin, wê çaxê Zaza xwendina
xwe li Siwîsere bi dawî anî bû, û nû hatibû Sûriyê, û di wê demê de Talebanî jî
xwendina xwe di Kolêja Yasa de li zanîngeha Şamê berdewam dikir û herdû
têkoşeran bi roleke karîger rabûn ji bo civandina hemî rêxistinên Kurdî li
Sûriyê di nav yek partiyê de, û her ji bo vê mebestê herdû gihiştibûn Qamişloyê
di 28.11.1957.an de..). Mamosta Hemîd Derwîş jî digot:Pêwîste Mam Celal were
hijmartin yek ji damezrênerên yekem Partiya Kurdî li Sûriyê, weke rêzgirtinekê
ji rola wî ya serekî re di damezrandina vê partiyê de, di demekê de ku desthilata
Şofînî û aliyên Kosmopolîtî, bi hemî karîbûna xwe li dijî avakirina Partiyeke
Kurdî li Sûriyê disekinîn û berê Kurdan ber bi Partiyên Kurdistanê ve diajotin,lê
Mam Celal serê xwe ji wan fişaran re ne danî, û berdewam bû di handana
avakirina wê partiyê de.
Mam Celal di pirtûka (Dîdara Temen) de, dibêje
ku di hevdîtinekê de, bi Ebdul Hemîd Serac re, li Şamê di 1957.an de; Serac
jêre dibêje ew amadeye alîkariya Kurdan bike li Îraq û Îran û Turkiye;lê
derbarê Sûriyê pêşniyarek ya Serac ya din hebû, ew jî ew bû ku wî digot: Erdnîgariya
Kurdên Sûriyê ne yekparçe ye, û hejmara wan kême û Serac hebûna Partiyeke
Kurdistanî Turkî baş didît, û digot:Baştire baregehên wê partiyê di nav xaka
Sûriyê de werin avakirin ji bo ku Kurdên Sûriyê jî li dor xwe kom bike.
Birastî Mam Celal têkoşerekî Kurdistanî bû, û
cihê tiliya wî di Xebata Tevgera Kurdistanî de diyare û tiştê ku Samî Namî
gotiye vê rastiyê dûpat dike, ku dibêje çaxê Mam Celal gihiştiye Qamişlo,
Silêmanê Haco gotinek pêşkêş kiriye û bi germî pêşwazî lê kiriye, û ew wek
mêhvanekî xweşewîst ji Kurdistan Îraqê bi nav kiriye, û ji Mam Celal xwestiye
ew jî gotinekê bibêje, Mam Celal di gotina xwe de sipasiya beşdaran kiriye, û
gotiye: Ez ne mêhvanim, ez îro li mala xwe me,di nav xizim û hevalên xwe de me
û dema ku Kurdek ji beşekî Kurdistanê biçe beşê din, mîna ku ji odekê biçe odeya
xwe ya din.
30.10.2026
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

