Ey Pakrawanên Azadiyê…
Nêrîn 05:34 PM - 2026-10-07
Ji min dipirsin çima tu
digirî?
Were em kêfxweş bibin.
Ew dengê dilê te nas nakin.
Giyanê min ji pirsan
westiyaye,
Ji ber ku her hêstirek destpêka dûrketinekê ye.
Ma ev hemû hêjayî wê ye?
Ew her ji min dipirsin,
Ew agirê ku di hundirê min
de dişewite tênagihin.
Ev qîrîna bê deng ku ji
çavên min diherike,
Roja hêviyê di dilê min de
diçe ava.
Xwezî min bizanibûya çima
digirîm,
Peyv têrê nedikirin ku wê
rave bikin.
Carinan mirov ji hilgirtina
barê çarenûsê bi tena serê xwe westiya dibe.
Bila hêsirên min wekî lehiyan
biherikin.
Ji kerma xwe pirsên din ne pirse,
Ma tu dixwazî ez li ser gorên şehîdên
Efrîn,
Şêx
Meqsûd,
Qamişlo,
Kobanê,
Karesta Hekarî ,
Geliyê Zîlan,
Dêrsim,
Qeladizê,
Kimyaberana
Helebce û bi hezaran komkujiyên din...
Şahiyan bikim û govendê bigerînim?
Bese êdî birîna
min ji nû ve veneke.
Hêstirên min zimanê dilê
min yê şikestî ye;
Min ji bo vê êşê çi dermanek nedîtiye.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

