Vê Kembera Xwekujiyê ku rêjîma berê çandiye hilweşînin
Nêrîn 09:40 AM - 2026-10-13
Dema Firensî ji Sûriyê derket, nijadperestên
Ereb zû Partiya Be`is di 1947`de, li ser bingeheke Şofînî damezirandin, ku
digot: Her kesekî bi Erebî biaxive, ew Erebe û rêjîma Be`is ya Şofînî li dijî
gelê Kurd sekinî, û hewil dida ku hebûna wî li deverên wî yên dîrokî nehêle,
her wiha dixwest guhertina Deîmografî li wan deveran cîbicî bike bi riya xeraptirîn
siyasetên Şofînî ku li dijî van deveran bi rêve dibir.
Piştî ku Be`is deshilat di sala 1963.an de bi
destê xwe girt û rêveberiya dewletê û civakê jî bi takrewî bi rêve bir, di vê rewşê
de di bin siya diruşmên Şofînî yên derewîn de, mîna tawanbarkirina Kurdan bi
parçekirina Sûriyê û avakirina Israîl ya duyem, di wê çaxê de wê rêjîmê bilez
dest bi cîbicî kirina projeya Kembera Erebî kir, bi hêviya pêkanîna guhertina Dîmografiya
li devera Cizîrê daku bikaribe hebûna Kurdî bi dawî bîne, wekî ku di xwest;lewma,efserê
Ewlehiyê li Cizîrê, Mihemed Teleb Hilal, di 1963`an de, pirtûkek bi navnîşana
(Lêkolînek li ser Parêzgiha Cizîrê ji aliyê Netewî û Civakî û Siyasî ve)
nivîsand, û têde pirsa Kurdî wekî (Penceşêr), binav kiriye, û gotiye tu derman
jêre tuneye ji bilî binbirkirinê û wî (12) xal pêşniyar kirine ji bo nehîştina
Hebûna Kurdî li Cizîrê, û projeya Kembera Erebî pêşniyara herî metirsîdar bû,
ku rêjîma Be`is di 1966.an de cîbicî kiribû, û destê xwe danîbû ser zeviyên
çandiniyê yên herî baş ku li seranserî sînorên Sûrî- Turkî bûn, bi dirêjaya
(375)K.M, û ferehbûna bêtir ji (15)K.M, piştî ku Hafiz Esed hate ser desthilatê
li Sûriyê, êdî wî jî di 1973`an de, qonaxa herî metirsîdar ji vê pirojeya Şofînî
cîbicî kir, û ew zeviyên ku ji Kurdan hatibûn sitandin dibin navê avakirina
(Zeviyên Dewletê), li ser hezaran malbatên Ereb belav kir, ew malbatên ku
dewletê ji parêzgehên Heleb û Reqa yê anîbûn, bi behaneya ku ava çemê Firatê
zeviyên wan binav kiribûn, û ew di gundên nimûneyî de cîbicî kirin.
Her wê çaxê rêjîma Be`is bi wê gava xwe ya Şofînî,
devera Cizîrê bi Mayînên xwekujiyê çandibûn û ji ber ku gelê Kurd li Sûriyê û
tevgera wê ya Siyasî di armancên vê projeya nijadperestî digihiştin, lewma bi
hêmenî çavnehêriya ruxandina wê rêjîma dirinde dikirin, bi hêviya hatina
rêjîmeke demoqratî û dadmend bûn ku karibe vê kembera xwekujiyê ku di vê deverê
de hatiye çandın hilweşîne û mafan ji xwediyê wan re vegerîne, û vê fitineyê
vemirîne ku rêjîma berê çandibû, ji ber ku di her demekê de sêwiyên wê rêjîmê
dikarin vê fitineyê bi teqînin, wê çaxê tu kes ji agirê wê parastî namîne.
Şansê baş ewe, ku ew rêjîma ev fitine çandibû,
hilweşiyaye, û li şûna wê rêjîmeke nû desthilat bi dest xwe ve girtiye û
baweriya navdewletî û ya navçeyî bi berfirehî wergitiye, û gelekî jêre giringe
ku baweriya gelê xwe jî bi dest xwe bixe,lewma pêwîste ev rêjîm zû van mayînên
ku rêjîma berê çandine di nav xelkên Sûriyê de û di pêşiyê de mayînên Kembera
Erebî, rake û hilweşîne.
Her wiha divê bizanibe ku hin maf hene hatine
windakirin bi destê Şofînistan û hin zevî jî hene ku ji xwediyê wan bi zorê
hatine sitandin û divê bizanibe jî ku ev maf û ev zevî bi demê re na mirin û
hîç riyek jî tuneye ji bilî ku ev hikûmeta nû bi erkê xwe rabe derbarê
welatiyên xwe, ew erk jî ewe ku giringiyê bide vê pirsê, û pêwendiyan bike bi
xwediyên wê yên rasteqîne re, ji bo dîtina çareseriyeke bilez ji vê pirsa
niştimanî ya tirsnak û hestiyar re.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)

Aplîkêşin

