Bafil Talebanî, hêviyek ji bo şopandina rêça Mam Celal

Nêrîn 03:09 PM - 2026-10-13
Heme Heme-Seîd

Heme Heme-Seîd

Bafil Talebanî ji bo Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û qada siyasî ya li Kurdistanê û Îraqê, ne tenê karekterekî siyasî ye, yan serkirdeyekî ciwane û yan jî tenê serokê partiyeke siyasî ye; ew ezmûneke nû ya qada siyasî ya herêmê, Îraqê, navçeyê û jiyana partizaniyê ye di nava Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, ku hemû kes bi hêvî û geşbînî hêviya wê yekê jê re dixwazin ku bi kiryar li ser şopa Serok Mam Celal be.

Li gorî YNKê, ew ne tenê kurê Mam Celal serkirdeyê nemir ê şoreş, serhildan û destkeftiyên gelê Kurdistanê ye, belkû li benda sembolbûneke zêdetir ji bo vejîna Yekîtiya Nîştimanî û yekîtiya nava refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê tê xwestin.

Ji bo qada siyasî ya Herêma Kurdistanê, Bafil Talebanî mîratgirekî kêşmekêşên dîroka jiyana siyasî ya navxweyî ya Kurdistanê nîne û ti carî beşek nebûye ji rabirdûya tijî nakokî ya aliyên siyasî yên Kurdistanê, lewma ti hestyariyek di peywendiyên siyasî de tune ye. Wekî serokekî pragmatîk, nerm, dilpak û dîplomat li pey alternatîfên demokratîk û siyasî digere; tenê rêya bidestxistina armancên rewa, diyaloga siyasî, qebûlkirina pirrengiyê, lihevhatin û bi hev re xebatê de dibîne.

Bafil Talabaniyê bi kiryar da nîşan ku ew serokek e, bi awayekî Kurdistanî difikire, bi dûrbînî dinêre, siyasetê wekî amrazekî ji bo anîna cihê daxwazên gel dibîne, bi pêbawerî siyasetê dike, nûnertiya daxwazên komelên gel dike, baweriya wî bi zelalî di siyasetê de û pêkanîna sozên siyasî heye; ev yek jî nîşanek e ku em dikarin pê wî ji her serokê siyasî cuda bikin, ji ber ku bi kiryar tiştê ku dibêje, kar ji bo pêkanîna wê dike.

Serok Bafil Talebanî, her çend giringiyekî zêde nade rûkar û di gelek boneyan de etîketên xitimî dişkîne, lê pir bi hûrgilî û zana dixwaze bi zimanekî biaxive ku bigihîje hemû kesan; lewra zimanê axaftinê, zimanê gotarê û zimanê laşê wî heman ew ziman e ku civaka kurd pê aşneye û zimanekî rewan heye ku bi hêsanî digihîje wergir.

Heke em balê bikşînin, xelkê Kurdistanê ji Zaxoyê heta Xaneqînê bi nasîn guh lê digirin; peyv û gotinên wî ne biyanî ne, fêhmkirina peyamên wî ne dijwar e û pêwîstiya wan bi nivîsandina peravê (têbîniyan) ji bo ronîkirina wan nabe, ji ber ku ew bi zimanê asayî yê komelên xelkê Kurdistanê dipeyive.

Xaleke din a girîng di gotara Serok Bafil de ew e ku li gel hevrik, dost an jî hevpeymanên siyasî pir bi raştgoyî dipeyive. Ti pirsê bi qedera pêşerojê naspêre û dixwaze ji serê rê ve xal li ser pîtan bên danîn, da ku tu derfetek ji bo paşguhxistinê û jibîrkirinê nehêle; dibe ku ev yek ji wan sedeman be ku pêvajoya gihîştina bi rêkeftina pêkanîna hikûmetê li gel Bafil Talebanî dijwar kiriye.

Ew tiştê ku roja duşemê 12/10/2026an di nava Korbenda Mêrî de li Hewlêrê me dît, bi awayekî pir zelalî hêlên girîng ên bîrkirinê û siyaseta nîştimanî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xist ber çavan. Careke din banga rêkeftinê û lihevhatina bi hev re xiste guhê hemû aliyan û bi zelalî û vekirî hişyarî da ku tu rêçareyek li derveyî rêkeftinê tune ye, dem derbas dibe û pêwîst e Herêma Kurdistanê "berî ku ta bigire, xwe bipêçe".

Her wiha wekî karekterekî siyasî yê serketî yê Kurdistanê, Serok Bafil ji bo cara ewil eşkere kir ku destpêşxeriyeke aştiyane û dîtina çareseriyeke demokratîk ji bo pirsa kurd li Îranê xistiye ser maseya Komara Îslamî û di wê derbarê de hewldanên xwe xistine tevgerê; her çend ev pêvajoyeke dijwar e û dibe ku ji cihekî din ve jî heman hewldan hatibe kirin, lê ev yek dibe destpêkeke girîng di xebata siyasî ya kurd li Îranê de eger hemû aliyên peywirdar bi girîngî alîkar bin.

Xaleke din a balêkêş, rastkirina wê têgihiştina xelet bû ku diyar dike lawaziya Îraqê sedema xurtbûna Kurdistanê ye; îro Serok Bafil bi zîrekî hişyarî da ku ketina Îraqê û pûçbûna pêvajoya demokratîk û siyasî li Îraqê, metirsiyeke cidî û rastîn li ser wan mafên destûrî çêdike ku kurd di Îraqa nû de bi dest xistine, û tekez kir ku rastrêkirina siyaset û pêvajoya demokratîk û destûrî li Îraqê tenê misogeriya manê, geşbûn û berdewamiya çîroka serkeftina Kurdistanê ye.

Hemû ev tevgera siyasî, têgihiştin û hûrbîniya siyasî ya ku tê de tên dîtin, nîşaneyên wê yekê ne ku Serok Bafil cihê hêvî û umêda YNKeyiyan û komelên xelkê Kurdistanê û dost û hevpeymanên Yekîtiyê ye, ku bi kiryar bibe şopînerê siyaseta hekîmane û zîrek a Serok Mam Celal. Ji ber ku di dema xebata siyasî ya xwe de, ew tenê Mam Celal bû ku karîbû di yek demê de di asta xebata sivîl, siyasî, dîplomatîk, çekdarî û yasayî de xwedîtiya doza komelên xelkê Îraqê bi giştî û mafê çarenûsa xelkê Kurdistanê bike.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket