Mam Celal:Ji bo em bihêz bibin Şehîd Neco qet ji bîr nakin
Nêrîn 05:18 PM - 2026-10-18
Mam Celal
Talabanî di dema sihbetekê da li ser rola Kek Necmedî ya di serkeftina YNKê de
pir girîng in,piştî komkujiya Helebce, di sala 1989.an de, Mam Celal Talebanî dem
çû Holandayê li wir bi komek ji kesên ku ew nêzîkî xwe didît, vexwendibû mala
Şehzat Saib, nûnerê wê demê yê şandeya Hollanda li Maarssenê li wire min grûbek
dost û nasên berê dîtin û Mam Celal ji kesên li wir re, bo wî wiha got: (Ez nikarim bi gotinan girîngiya
Şehîd Necmedîn Buyukkaya ji bo Yekîtiya Niştîmanîya Kurdistanê vebêjim,bi
rastî jî ew ji bo me merivekî pir girîng bû.
Min ew wek kurê
xwe dihesiband,wî gelek xizmetên bê sinor ji YNKê re kir,gelek ji Pêşmergeyên
hîn jî Kalaşnîkovên ku Neco dane me hildigirin û ew pê serbilind in ku van
çekên Neco radestî me kirine hildigirin.
Her weha Mam
Celal got:Min li bajarên Şam, Stenbol, Enqere, Amed û Nawzengê bi Şehîd Neco re
sihbetên dirêj kirin,ew kesekî wêrek bû,ti fedakarîyek tunebû ku wî ji bo gelê
me nekira,projeyên me yên gelek girîng ji bo pêşerojê hebûn,lê mixabin ew çênebû,me
ew zû ji dest da di rojên ku Kek Neco şehîd ket de, Rojnamegerkî Swêdî bi min re
riportaj kiribû û ji min bi gotina ‘Girîngîya Necmedîn Buyukkaya ji bo we çi
bû?’ pirsek kiribû,min jê ra wiha gotibû: Niha bi hezaran
çekdarên me yên Pêşmerge hene û dema ku derfet çêbibe emê bi hezaran çekdarên
din jî bigirin.
Herwiha, Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK)
xwedî bi sedan kadro yên xwedî ezmûne ku rêbaza wê ya siyasî diyar dikin, gelek
dîplomat hene ku nûneratiya berjewendîyên gelê me dikin û gelek dostên hêja li
gelek welatên cîhanê hene ku piştgirîyê didin doza me, em wekî Yekîtîya
Niştimanîya Kurdistanê, eger em hemû çavkanî û nirxên xwe li aliyekî û Necmedîn
Buyukkaya li aliyê din deynin, bawer bikin, aliyê Necmedîn Buyukkaya dê ji bo
me girantir be,ji ber ku Şehîd Selah ji roja ku Yekîtî hatibû damezrandin heta
roja mirina xwe bi me ra bû, ji bo ku em bihêz bibin çi ji destê wî hat kir,em
qet wî jibîr nakin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)
.jpg)
Aplîkêşin

