Ji bo kîjan serweriyê xwepêşandanan dikin?

Nêrîn 03:13 PM - 2026-10-20
 Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

 Di dema pêşveçûna Pêvajoya Tevlîbûnê di navbera (HSD), û saziyên dewleta Sûriyê de,em dibînin ku li herêmên Kurdî zincîreyek ji bûyeyrên metirsîdar rû didin, û ne veşartiye ku hin aliyên nijadperest li pişt wan buyeran radiwestin,mîna bermayiyên rêjîma Be’is û endamên rêxistinên tundrew, yên ku di bin sîwana Eşîran û sîbera Ala Sûriyê de xwe vedişêrin.

 Van bûyeran roleke metirsîdar lîstine di gurkirina gotara kînê di navbera pêkhateyên netewî de û jiyana hevbeş û aştiya civakî xistin metirsiyê.

 Bûyera dawî jî ew pêşandan bûn ku ji aliyê tundrewan ve hatibûn birêvebirin li taxên Xiwêran û Neşwe yên bajarê Hesekê, di 9ê Cotmeha 2026.an de,bi dirûşma belavkirina serweriya dewleta Sûriyê li ser tevahiya xaka parêzgehê;lê ew xwepêşndan zû ber bi astê dijayetiya Kurdan ve hatin ajotin, û ew bi cudaxwazî û parçekirina Sûriyê tawanbar kirin.

 Her wiha gef jî xwarin ku wê êrîş bikin ser taxên wan li Hesekê, êdî wan gefan rewş ber bi vêxistina fitneyeke neteweyî ve ajot bû;bê guman, ev mêjiyê Şovînî ye ku hertim rêveberiya van nijadperestan dike û rê digre li pêşiya pir rengiya neteweyî û jiyana hevbeş, û her kesê bi Erebî biaxive wî bi Ereb di hejmêrê.

Rehê vî mêjiyiyê qirêj vedigere ser kongireya damezrandina (Komeleya Karê Netewî), ku di 1933’an de, li Libnan hatibû li darxistin, û di daxwiyaniya wî de hatiye:Em hebûna kêmneteweyan yên mezhebî û nijadperestî û zimanvanî, nas nakin û em dan jî pênadin, û welatiyên dewletên Erebî tenha yek regez wan heye,ew jî regeza Erebî ye, û bi tenha zimanekî fermî heye, ew jî zimanê Erebî ye, û her kesekî rêz li vê yekîtiyê neke, ew bi tawana nîştimanî tometbar dibe, û divê were ji navbirin.

Be’is jî di sala 1947.an de bi vî mêjiyê nijadperestî hatiye damezrandin, û li dijî gelê Kurd sekiniye, û ev mêjî gihiştye astê xwe yê herî bilind dema ku desthilat bi destê xwe girtiye li Sûriya 1963.an Mihemed Teleb Hilal, Serokê Dezgihê Ewlehiyê li Hesekê, vî mêjiyê Şovînî bi zelalî di pirtûka xwe de şirove dike, ku di sala 1963.an de, bi navnîşana (Lêkolînek li ser Parêzgeha Cezîrê ji aliyê Netewî û Civakî û Siyasî ve), belav kiriye, û di vê pirtûkê de hebûna Kurdan li Sûriyê weke Penceşêrê bi nav dike, û dibêje ku tenha çareser jî ewe ku di vê ji kok ve were birîn û li dijî van siyastên Şovînî, Tevgera Kurdî li Sûriyê di 1957.an de hatiye damezrandin û her ji wê rojê ve wê erkê xebatê li dijî van pirojeyên Şovînî daye ser milê xwe, û bê dûdilî qurbaniyên giranbiha pêşkêş kiriye ji bo nehiştina rîjîma Be’is, û ji bo avakirina Sûriyeyeke Dîmoqratî û ne navendî, ku hemî pêkhateyên netewî û olî, bê cudahî, mafê xwe yên destûrî bi dest bixin,lewma, Tevgera Kurdî li Sûriyê pêşwazî li rûxandina rêjîma Be’is kir, û geşbîn bû bi qonaxa veguhêz ya nû ku hin biriyar û fermanên erênî derbarê Kurdan derxistin û hin mafê wan yên çandî û ziman erê kirin, û çend postên kargêrî û leşkerî jî pêşkêşî wan kirin, tevî ku ne di astê çareseriya pirsa wan ya netewî de bû, û ne jî li gorî wan qurbaniyan bû ku ji bo serweriya Sûriyê û parastina yekîtiya xaka wê dabûn,lê berûvajî vê jî nijadperestan li dijî Kurdan tawanên derew belav dikirin, mîna tometa cudaxwaziyê û binpêkirina serweriya nîştimanî, ev di demekê de ku nijadperestan bi xwe çavê xwe digirtin ji pinpêkirina berdewam ji vê serweriyê re li bakur û başûrê welat ji aliyê hin dewletan ve, û gelek caran jî ew dibûne Tabûrê Pêncem ji wan re.

 Birastî, ji bo kîjan serweriyê hûn xwepêşandanan dikin?

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket