Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê

Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26
 Elî Şemdîn

Elî Şemdîn

Pirsa Kurdî li Sûriyê wek pirsa miletekî bindest hatiye naskirin, ku herêmên wî bi zorê hatine girêdan bi dewleta Sûriye ya nûjen ve li ser bingeha rêkeftina Saykis-Bêko sala 1916.an û her ji wê çaxê ve, Kurdên Sûriyê xebata xwe berdewam kirine ji bo parastina nasnameya xwe ya netewî ku rêjîmên Şovînî ew ji xwe re kiribûn armanc bi riya cîbicîkirina siyasetên nijadperestî û hebûna Kurdan, ajotbûn ber bi tunebûnê ve,lewma, xebata Tevgera Kurdî li Sûriyê maye girêdayî bi du rehendan ve:Rehendê Netewî û rehendê nîştimanî û metirsîdartirîn astengî ku li pêşiya xebata Tevgera Kurdî li Sûriyê derketiye û nehiştiye kesayetiya xwe ya taybet ava bike, ewe ku nikarîbû pêwendiyan di navbera her du rehendan de kontrol bike, ji ber ku ragirtina balansê di navbera wan de, mercekî serekî ye ji bo pêkanîna armancên xwe yên netewî û nîştimanî.

 Bê guman ev şikestinên li dûv hev ku aliyên tevgera Kurdî lê rast hatine, ew vedgerin ser nikarîbûna wê ji ragirtina vê hevsengiyê re, çi ji aliyê serketina rehendê netewî ve, ku tevgera Kurdî dixe bin tometa tûndûtûjiyê û cudaxwaziyê û parçekirina welat de, yan jî ji aliyê bi serxistina rehendê nîştimanî ve, ku di encam de ev tevger di hate tawanbar kirin bi xwefiroşî û kosmopolîtiyê,lewma, şopînerên rewşa Kurdî li Sûriyê, sedemên serekî nas dikin, ku rêjîma Be’is ya hilweşiyayî, ajotine ber bi gurkirina cemawerê Kurdî û komkirina wan li dor diruşmên Kurdistanî yên birîqdar, û girtina çavê wan ji meydana rasteqîne ya xebata wan ya netewî, ku di encam de pirsa wan ber bi dervî sînoran ajotin û ji aliyekî din ve, wan rêjîman wê diruşm wek behane bi kar tanîn ji bo tawanbarkirina tevgera Kurdî bi parçekirin û cudaxwaziyê, û bi avakirina (Isra’îla Duyem), ji bo bikaranîna siyasetên xwe yên Şovînî li dijî gelê Kurd, û cîbicîkirina pirojeyên nijadperestî di herêmên wî yên dîrokî de li Sûriyê.

 Eger em şêweyê pêwendiyên tevgera Kurdî li Sûriyê, berawird bikin bi hevşêweyên wê re li parçeyên Kurdistanê yên din,mixabin, emê bibînin, ku di baştirîn astê xwe de mîna pêwendiyên birayê piçûke bi birayê wî yê mezintir re ye, bi bê ku taybetmendiyên xebata wê li Sûriyê werin li berçav girtin, yan jî bi bê rêzgirtin ji serxwebûna biryara wê ya siyasî re.

 Pêşeroja tevgera Kurdî li Sûriyê, ku diyardeya parçebûnê laşê wê ji hev xistiye, hîna jî girêdayî ye bi astê serkeftina wê di avakirina kesayetiya xwe ya serbixwe de, ku ew kesayetî tê avakirin li ser bingiha bidestxistina biriyara siyasî ya yekbûyî û parastina taybetmendiyên xebata xwe ji bo pêkanîna hevsengiyê di navbera her du rehendên netewî û nîştimanî,lewma, ev pêşveçûnên awarte û guhertinên bineretî ku navçe bi giştî û sûriyê bi taybet dane berxwe, tevgera Kurdî li Sûriyê jî neçar dike ku bilez, û bê dudilî û bê derengî, derencamên Konfransa 26 Nîsana 2025.an sax bikin, ku hîna jî derfeteke dîrokî giringe ji bo yekxistina gotara wê ya siyasî, û avakirina (Lêvegera Kurdî ) ya berfireh û pêdana Rewayetiya Netewî ya pêwîst, ku wê , û ne kesekî din, destvekirî bike ku danûsitandinê bike bi navê gelê Kurd bi Hikûmeta Sûriye ya Demkî re, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî û dan bi hebûna gelê Kurd di destûrê de bidê, û mafên wî yên netewî gerentî bike.

 Yan jî wê Tevgera Kurdî li Sûriyê her di bazinekî vala ji nakokiyên pûç de bigerê, ku bi tenê avê dixe aşê zordaran de, û dilê wan xweş dike.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket