Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê

Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26
Welîd Hemîd Xelîl

Welîd Hemîd Xelîl

Li Kuba Gîvara û li ezmanê Mezopotamyayê jiyan stêrkeyeke sor e

Di qatên hişê min de dengê te deng vedide,

Di kûrahiya hestên min de henaseya te germ e.

Di wê baxçeya kesk ya çol û veşartî ya canê min de,

Tu gulika sor ya herî resen û balkêşî ku dişkivî.

Bager û kîn û nefret jî rabin,

Pelên te qet ji hev nakevin.

Ev hevaltiya ku ez ji te re dikim ji koka xwe nayê qetandin.

Dema ku tarîtiyê rûdinê,

Ji bo şevê ronahiyê dibexşî,

Di asoyê bîrkirinên min de di her kêliyê de tu her Kesk û Sor û Zer dibe.

Striyên te, herdemê te diparêzin û nazikiya min te diparêze,

Di her gotina te de wekî ku ez hevalekî kevin, nû bibînim.

Baxçeya canê min bi te re rengîn dibe û jiyanê werdigire,

Bi te re her hevokek dibe helbestek vejîna herî xweş ya azadî û serfiraziyê.

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket