Îran û Oman li ser rêgeheke nû ya Kendava Hurmuzê rêkeftin

Cîhan 09:35 PM - 2026-08-05
Îsmayîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Mîhir

Îsmayîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê

Îran û Oman li ser destnîşankirina rêgeheke nû li Kendava Hormuzê gihîştin lihevkirinekê, û Îran dibêje ku ev peyman ne wateya kêmkirina aloziyê li Kendava Hormuzê ye.

Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, ragihand ku bi Omanê re derbarê taybetmendiyên erdnîgarî yên riyên deryayî yên li Kendava Hurmuzê de lihevkirinek pêk hatiye.

Her weha got:Di du mehên borî de, her du welatên hevsê danûstandinên xwe ji bo diyarîkirina riyeke ewle ji bo barkêşiya bazirganî domandine,û aliyên teknîkî, yasayî, ewlehiyê û jîngehê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve hatine gotûbêjkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha diyar kir ku di nebûna astengiyeke aliyê sêyem de," daxuyaniyek li ser nirxandin û amadekirina dawî ya dariştina hevbeş ya di navbera Tehran û Mesqetê de dê were weşandin,lê, wî her wiha tekez kir ku peymaneke tenê di navbera her du welatan de, nayê wateya kêmkirina aloziyê li Kendava Hurmuzê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Bajarê Reqa

Kurdistan 06:21 PM - 2026-08-09 Li Reqa welatiyekî Kurd hat revandin

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket