Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24
PUKMEDIA
Civîna kurdên diyaspora li Swêdê
Roja Yekşemê 23/08/2026an, li bajarê Stokholm paytexta Swêdê,
navenda Derve ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê bi amadebûna hejmareke
mezin ji kesayetî, aliyên siyasî û parlamenterên Swêdê, civînek organîze kir. Di
civînê de tekezî li ser giringiya rola diyasporaya kurdî di pêşxistina xebata
nîştimanî hat kirin û di dawiyê de jî filîma belgesel (Dade) ku behsa jiyan û
dîroka Hêro Îbrahîm Ehmed dike hate nimayîş kirin.
Di gotarekê de endamê serkirdayetiya YNKê û berpirsê Navenda
Derve Salar Mehmûd, tevî xêrhatina amadevanan, spasiya wan kir ku bersiva banga
Navenda Derve dan, her weha tekezî li ser giringiya rola diyasporaya kurd di
geşkirina têkoşîna nîştimanî û pêşvebirina giyanê karê hevbeş de kir, bi
berçavgirtina dîroka tijî têkoşîn a gelê me.
Her weha amaje bi pêwîstiya rêkxistina kar û têkoşînê kir bi
awayekî paralel li nav û derveyî welat, ku bandoreke mezin li ser pirsa
nîştimanî û neteweyî hebûye û heye. Çalakî û pêgeha wan bandor li ser yekbûna
kurdan a li derveyî welat û jêbirina zîhniyeta parçekirin û dabeşbûnê kiriye.
Ji aliyê xwe ve endamê damezirînerê Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê YNKê rêzdar Omer Şêxmûs, behsa têkoşîn û rola jinên kurd di têkoşîna
rizgariya nîştimanî ya gelê Kurdistanê de kir.
Wî tekezî li ser yekxistina şiyanan kir ji bo bi cih anîna
erkan bi awayekî ku li gel mekanîzmayên vê qonaxa xebatê re biguncin.
Piştî gotaran, fîlmê dokumenterî yê bi navê "Dade"
ku nîşana jiyan û dîroka Hêro Îbrahîm Ehmed a di çiya û bajar de bûye, hat
nîşandan û amadevanan bi germî pêşwazî li merasîmê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
03:42 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:44 PM - 2026-08-24 Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
05:08 PM - 2026-08-24
Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî bi serdaneke fermî berê xwe didin Şamê
01:52 PM - 2026-08-24
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
01:27 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:31 AM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24






Aplîkêşin

