Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24
PUKMEDIA
Dolar û Tûmenê Îranî
Bihayê tûmen ji bo cara yekem di dîroka diravê Îranê de bi
awayekî berbiçav nirxê xwe winda kir û îro Duşemê 24ê Tîrmeha 2026an, 100
dolarên Amerîkî bi 20 milyon tûmenên Îranî ye, ku ev jî asta herî nizm a dîrokî
ya bihayê tûmenê ye.
Derbarê daketina bihayê tûmenê li hemberî dolarê Amerîkî de,
pisporê aborî Cabar Goran ragihand ku sê sedemên sereke hene ku bûne sedema
daketina bihayê tûmenê li hemberî dolarê Amerîkî, ku ew jî di bandora biryarên
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, biryara bidawîhatina danûstandinên welatan bi
Îranê re û gefên berdewam ên Îranê li ser tengava Hurmizê de xwe nîşan didin.
Wî her wiha ragihand ku îro bihayê 100 dolarî zêdetirî 20
milyon tûmenên Îranî ye, her wiha bi pereyê nexd (kash) 100 dolar li hemberî 19
milyon û 300 hezar tûmenî ye, ku ev jî ji bo cara yekeme di dîroka diravê Îranê
de ye ku bi vî rengî nirxê xwe winda dike.
Ev daketina dîrokî ya bihayê tûmenê di demekê de ye ku
nêzîkî şeş meh in şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê de li dijî Îranê berdewam
dike, û ev rewşa leşkerî û siyasî her tim bandoreke neyînî li ser aboriya Îranê
çêkiriye û roj bi roj diravê wî welatî zêdetir nirxê xwe winda dike. Di heman
demê de pêşbîniyên pisporên aborî nîşan dide ku dibe ku rewş xeratir bibe û
tûmen ztir dakeve.
Li hemberî van metirsiyan, pisporên aborî hişyariyeke tund
didin welatî û sermayedarên ku bi armanca qezencê ji kirîn û paşekeftina tûmenê
dûr bikevin, ji ber ku bihayê wê ber bi daketineke berdewam ve diçe û
metirsiyeke pir mezin li ser sermayeya wan çêdike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Ewlekariya Nîştimanî vegerandina çend perçeyên kevnar ji şeş parêzgehan ragihand
12:57 PM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
10:00 AM - 2026-08-24 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
01:27 PM - 2026-08-24
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
11:18 AM - 2026-08-24
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
09:31 AM - 2026-08-24
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
08:57 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 -
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24



.jpg)

Aplîkêşin

