Ewlekariya Nîştimanî vegerandina çend perçeyên kevnar ji şeş parêzgehan ragihand
Êraq 12:57 PM - 2026-08-24
PUKMEDIA
Ewlekariya Nîştimanî
Saziya Ewlehiya Nîştimanî ya Îraqê îro Duşemê ragihand ku di
encama operasyonên taybet de li 6 parêzgehan, komek perçeyên kevnar û kêmdîtî
hatine vegerandin.
Saziya Ewlehiya Nîştimanî di daxuyaniyekê de ku gihîşt destê
PUKMEDIAyê, diyar kir ku Rêveberiya Ewlehiyê ya Saziya Ewlehiya Nîştimanî li
Bexdayê "karîbû komek ji perçeyên kevnar û kêmdîtî ku ji (5) peyker, (5) tiçtên
ku bi heriyê hatine çêkirin(fexar)mohreke û diravên hesinî yên kevnar pêk
dihatin, vegerîne. Saziyê da zanîn ku "tedbîrên yasayî ji bo
desteserkirina wan hatine girtin daku ji bo parastina wan li gorî qanûnê li
cihên taybet û bi rêya aliyên peywendîdar bên radestkirin.
Di heman çarçoveyê
de, Saziyê rêze operasyonên taybet li parêzgehên (Kirkûk, Nînewa, Enbar, Babil
û Wasit) pêk anîn ku li ser bingehê agahiyên îstixbaratî yên hûr û biryarên
dadgehê hatibûn kirin. Saziyê eşkere kir ku ev operasyon bûn sedema
"desteserkirina bi sedan berhemên kevnar, destnivîs û sikên zêrîn ên kêmdîtî,
û her wiha girtina çend bazirgan û qaçaxçiyên mîrateya şaristanî (çandî).
Ewlehiya Nîştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku
"hemû tohmetbar ji bo temamkirina rêkarên qanûnî yên derbarê wan de hatine
şandin bo aliyên dadwerî yên peywendîdar.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

