WHO:Kongo di bin dorpêça Vîrûsa Ebola de ye
Cîhan 11:21 AM - 2026-08-06
FRANCE 24
Belavbûna Vîrûsa Ebola li Kongo
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî
(WHO) ragihand ku her diçe vîrûsa Ebola li Kongo zêdetir belav dibe.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî
(WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku zêdebûna rewşên Ebola li hindek
herêmên Kongo ji hewldanên pijîşkî zêdetir e,ev qeyran di demekê de ye ku
xebatkarên tenduristiyê yên Kongo ji ber kêmiya mûçeyan di grevê de ne, û heta
niha nêzî 1750 kesan canê xwe ji dest dane.
Ghebreyesus eşkere kir ku belavbûna vîrûsa Ebola li
Komara Demokratîk a Kongoyê ji hewldanên navdewletî û herêmî yên ji bo
kontrolkirina vîrûsê pir bi leztir e.
Ev daxuyanî di dema serdana wî ya li welat de hat,
ku di heman demê de xebatkarên tenduristiyê yên Kongoyê ji ber nepisporî û
kêmiya mûçeyên xwe di grevê de ne.
Ghebreyesus piştî hevdîtina digel rayedarên li
paytext Kinshasayê, li ser hesabê xwe yê torên civakî diyar kir ku piştî sê
mehan ji ragihandina belavbûna vîrûsê ,rewşên nû li herêmên herî zêde bandordar
bûne du qat zêde bûne.
Rêveberê WHO bal kişand ser ku li ser astekî berfireh li hev kirine daku
hewldanên lezgîn û mezin di her warî de werin zêdekirin daku rê li ber vê qeyranê
were girtin.
Li gorî amarên herî dawî yên Wezareta Tenduristiyê
ya Kongoyê, heta roja duşemê 3 hezar û 874 rewşên destnîşamkirî hatine
tomarkirin û ji wan 1751 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ev serdana duyemîn a Rêveberê WHO ye ji dema ku
vîrûs li welat belav bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Şanaziyê bi stafa nexweşxaneya Hîwa dikim
04:22 PM - 2026-08-18 -
10 Mîlyon dolar ji bo vegera koçberan hatiye veqetandin
03:58 PM - 2026-08-18 -
Ragihand û Hişyarî serdana Navenda Wêje û Rewşenbîrî ya Gelawêjê kir
01:09 PM - 2026-08-18 -
NY:Sala 2025.an 350 karmendên alîkariyê hatine kuştin
10:32 AM - 2026-08-18
zêdetir tamaşe bike
Cîgirê Serokê Herêmê digel Balyoz û Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya civiya
10:25 PM - 2026-08-18
Dezgeha Asayîşa Herêmê girtina heft terorîstên DAIŞê ragihand
09:39 PM - 2026-08-18
Dadgeha Şamê biryara bi darvekirina Wesîm El Esed da
09:08 PM - 2026-08-18
Qubad Talebanî û Konsulê Almanya tekezî li xurtkirina peywendiyan dikin
04:36 PM - 2026-08-18
zortrin xwendraw
-
Yilmaz:Komîteya cî bi cîkar ya Yasaya Çarçove 24ê Tebaxê dê bicive
Kurdistan 12:26 PM - 2026-08-18 -
Ragihand û Hişyarî serdana Navenda Wêje û Rewşenbîrî ya Gelawêjê kir
Kurdistan 01:09 PM - 2026-08-18 -
Wezîrê Derve yê Çînê piştî 5 salan dê serdana Koreya Başûr bike
Cîhan 11:50 AM - 2026-08-18 -
Ji ber agirê li Tancero 41 kes birîndar bûn
Kurdistan 11:19 AM - 2026-08-18 -
Ziyanên darayî yên erdheja li Kolombiya hatin ragihandin
Cîhan 09:22 AM - 2026-08-18 -
NY:Sala 2025.an 350 karmendên alîkariyê hatine kuştin
Cîhan 10:32 AM - 2026-08-18 -
Serokatiyên Îraqê rewşa welêt û pêşketinên herêmî gotûbêj dikin
Êraq 09:38 PM - 2026-08-17 -
Dadgeha Şamê biryara bi darvekirina Wesîm El Esed da
Cîhan 09:08 PM - 2026-08-18




.jpg)

Aplîkêşin

