Pizîşkiyan û Vans derbarê Tengava Hormizê daxuyaniyên erênî didin
Cîhan 08:12 PM - 2026-08-08
PUKMEDIA
Tengava Hormiz
Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku, dema niha
çêtirîn deme ji bo lihevkirinekê li ser Tengava Hormizê, di heman demê de
Cîgirê Serokê Amerîkayê jî tekez kir ku Îran dixwaze vê mijarê biqedîne.
Pizîşkiyan di daxuyaniyeke çapemeniyê de ya roja Şemiyê got:
"Ez bawer dikim ku dema niha çêtirîn deme ji bo gihîştina bi peymanekê; ji
ber ku li welêt hevgirtin, hêz û yekrêzî heye."
Wî da xuyakirin ku "şert û mercên heyî dikarin bibin
derfetek ji bo berdewamkirina rêka gihîştina bi peymanekê û çareserkirina
pirsgirêkan bi rêya diyalogê."
Serokê Îranê wiha domand: "Em hewl didin ku zext li ser
gelê me nebin û em jî dizanin ku niha di hemû waran de zehmetî hene", her
wiha tekez kir ku "divê aliyê din mafên me nas bike û mîsoger bike, em jî
tiştekî ji xeynî mafên welat û gelê xwe naxwazin."
Diyar jî kir ku "pirsgirêk bi tenê bi şer nayên
çareserkirin û em dixwazin li ser bingeha bendên yadaşta têgihiştinê di rêka
aştiyê de bimeşin", û da zanîn: "Emê bi qasî ku aliyê din di
danûstandinan de pêş ve biçe, pêş ve biçin, û eger ew tu pêşveçûnê nîşan nedin,
emê daxwazên wan qebûl nekin."
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance tekez kir
ku Îranê ji me re ragihandiye ku ew ê bihêlin petrol bi asta herî bilind li
Tengava Hormizê re biherike.
Vans, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ya îro got: "Îranê
ji me re ragihandiye ku ewê destûrê bidin ku petrol bi awayê herî zêde bi Hormizê
re derbas bibe, lê belê heta ku neyê pişratkirin em baweriyê pê nakin."
Cîgirê Serokê Amerîkayê her wiha got ku "Îranî di nava
zehmetiyan de ne û dixwazin vê mijarê biqedînin", û tekez kir ku "Amerîkayê
li ser danîna planeke derbasbûna bi ewle ji bo keştiyan li Tengava Hormizê
dixebite, û ev yek pabendbûna Îranê ya bi agirbestê ye.
PUKMEDA
hewal ziyatr
-
Li Çînê gera duyemîn a lîstikên cîhanî yên robotan birêve diçe
11:28 PM - 2026-08-24 -
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
10:48 PM - 2026-08-24
Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
09:44 PM - 2026-08-24
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
05:08 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
Kurdistan 07:57 PM - 2026-08-24 -
Hejmara 188 an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:31 AM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24






Aplîkêşin

